Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wate ya `Mîsaq-î Mîllî` Çîye?

04/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Memed Serdar

Rejîma faşîst ya Tirkiyê û ji avakirina wî heta roja îro hemû hikûmetên vê rejîmê, di gelek mijaran de nerînên wan ji hev pir cûda be jî, di polîtîkaya îmha û înkar de ûslub, rê û rêbazê van hikûmetan wek hevdû ne. Bi vê siyasetê gelek netewan di hûndirê xwe de helandin û tûne kirin. Di serîde erdnîgariya anadolê û bakûrê Kurdîstan ji dîroka kevn heta avakirina komara Tirkiyê, weke mozaîka gelan bû.

Komek cûwan û rewşenbîrên faşîst û rêxistina wan a bi navê Îttîhad-î Terakî, bi hedefa Turanîzm siyaseta înkar û îmhayê pêş xistin. Ev koma faşîst ji bermayiyên împaratoriya Osmanî ji xwe re, li gor îdeolojî û xeyalên xwe dewleta dagirker ya Tirkiyê ava kirin.

Nîqaşên destpêkê avakirina Komara Tirkiyê de, li gor nexşeya niha beşekî mezin ya Sûrî û Iraq jî di nav sînorên osmaniyan bû. Koma faşîst ya îttîhad-î terakî vê nexşeyê jî xwe re esas girt û biryar da ku dewleta nû yê bê avakirin, divê sînorê wî wiha bê esas girtin û navê vê biryara xwe danîn “MîSAQ-î MîLLî“. Pîştre nîqaşên peymana Lozanê de gav paşde avêtin û herêmên niha weke Sûrî û Iraq tê naskirin teslîmî Îngilîstan û Fransa kirin.

Dewleta dagirker ya Tirkiyê, di pêşengtiya Kemal Atatûrk de bi yek mercî razî bû ku ji `mîsaq-î mîllî` gav paşde bavêje. Ew merc, erdnîgariya mozaîka gelan xerakirin û li şûna wê bi siyaseta îmha û înkarê `yek netew, yek dewlet û yek al` avakirin. Herwiha hemû dewletên aliyên peymana Lozanê, vê qirkirinê rewa bibînin û çavên xwe ji bo vê siyasetê bigrin. Tevayiya dîroka komara tirkiyê, di vê siyasetêde bi giranî, heta avabûna hereketa rizgariya neteweya Kurd (PKK) bi ser ketin.

Piştî şer û tekoşîneke 50 sal bihorî, dewleta dagirker ya tirkiyê fêm kir ku netewa Kurd hember siyaseta înkar û îmhayê berxwedaneke dîrokî da û xwe îspat kir ku kes nikare Kurdan înkar bike û tûne bike. Bi fêm kirina vê rastiyê ve dewleta dagirker ya Tirkiyê, sererast kirina peymana Lozanê xist rojevê û hemû nîqaşên li ser Sûrî û Iraq`ê de behsa `mîsaq-î mîllî` kir.

Yanî dewleta dagirker ya tirkiye ji hemû cîhanê re dibêje, “li hember tûnekirina Kurdan min herêma bi navê `mîsaq-î mîllî` dev jê berda. Lê min nekarî Kurdan tûne bikim. Ji ber wî ezê cardin hewldana tûne kirina Kurdan bidomînim, lê herêma `mîsaq-î mîllî` jî ezê bigrim. Ev pîlanê xwe bi hicetên `fikarên ewlekarî`, `êrîş li ser welatê me heye`, û `avakirina herêma bi ewle` dixwaze pêk bîne.

Raya gîştî ya cîhanê dizanin ku, dewleta dagirker ya tirkiye pir bi eşkereyî dijminê netewa Kurde. Di hemû beşên jîyanê de hember Kurdan şereke pir dijwar dimeşîne. Ev gotinên `fikarên ewlehiyê û hwd` ji bo êrîşê Kurdan bike, bikar tîne. Herwiha gotinên ` herêma bi ewle` qaşo mafê xwe yê `mîsaq-î mîllî` bi dest bixe, bi kar tîne.

Nakokiyê mezin ewe ku, hem her roj behsa mafê xwe yê `mîsaq-î mîllî` dike. Hem jî di her nîqaşê de dibêje em ji bo yekîtiya erdên Sûrî û îraq`ê bi rêz in. Li gor siyaseta xwe ya derewker û bê exlaq, dixwaze di serîde raya gîştî û piştre jî hêzên xwe garantorê herêmê dibînin bi xapîne.

Dewleta tirkiyê ya dagirker li ser esasê qirkirin û tûnekirina gelan hatiye avakirin. Heta roja îro jî li ser heman pîvanan dimeşe, ev tê fêm kirin û heta asteke ev normale. Lê raya gîştî ya cîhanê û hêzên qaşo xwe garantorê herêmê dibînin çima behsa vê nakokiyê nakin.

Nedîtina heqîqetan bi hemû îhtîmalan de dû sedemê wê hene. Sedema yekem, îhtîmal heye ku raya gîştî û hêzên xwe garantor dibînin, wateya `mîsaq-î mîllî` nizanin. Îhtîmalê duyem jî, yên ku li ser pêşeroja herêmê nîqaş dikin hemû jî, vê pîlana dewleta dagirker ya Tirkiyê dizanin û pejirandine jî, tenê ji raya gîştî re eşkere nekirine.

Di civîna NY de nexşeya bakûrê Sûrî yê ku li ser wê herêma kaşo bi ewle hatibû xêz kirin, Erdogan nîşanî raya gîştî da û hemberê wî çi helwestek cîddî derneket. Ev sekn û bê helwestî îhtîmala dûyem piştrast dike. Ji bo wê dive ji naha ve, her kes xwe li gor vê rastiye amade bike û li gor vê rewşê tedbîrên xwe bigre.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.