Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin

31/08/2022
in NÛÇE
A A
HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin
Share on FacebookShare on Twitter

 

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên tîmên bi tevger de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Herwiha hat ragihandin ku dagîrkeran 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihannd ku 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin herwiha da zanîn ku ji ber ku dagirkeran li hemberî berxwedana gerîlayan nekarîn gavekê biavêjin, 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û bi çekên kîmyewî êrîş kirin. Herwiha bal kişand ser kiryarênn PDK’ê yên ku ji bo dewleta dagîrker dibe dest û pê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrîşên hatine kirin ev daxuyanî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê

Di 29’ê Tebaxê de dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Werxelê rê çêbikin bûne hedefa hêzên me. Tîmên me yên bi tevger li kepçeyên dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me dagirkerên li ser kepçeyan neçar mane, êrîşên xwe bidin sekinandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 29’ê Tebaxê de dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên li Şehîd Sîpan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, hêzên me dagirker xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 08.00’an de ji sê aliyan ve girtine ser dagirkeran. Milê yekemîn bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirin. Milê duyemîn ê çalakiyê bi çekên şexsî li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirin. Milê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên giran li çeperên dagirkeran dane.

Di 29’ê Tebaxê saet di 16.10’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi sûîkastê li dagirkeran dane û li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 29’ê Tebaxê de saet di 21.10’an de bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 29’ê Tebaxê de bi şev dema ku helîkoptereke Skorsky xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me li helîkopterê dan. Hêzên me bi xurtî li helîkopterê dan û helîkoptera Skorsky neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 29’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Saca û Şikefta Birîndara 15 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 29’ê Tebaxê de artêşa dagirker bi kepçeyan hewl da çeper û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hilweşîne.

Di 29’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Kurojahro 23 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 29’ê Tebaxê de dron li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriyaye.

Di 29’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Hakkarî, Şehîd Adil, Sîda û Saca 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 29 û 30’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Şehîd Adil, Sîda û Saca bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Hêzên PDK’ê xebatên vekirina rêya diçe ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya bi armanca vekirina pêşiya dagirkeriyê didomîne. Hêzên PDK’ê û artêşa Tirk a dagirker bi hev re ewlehiya vê rêyê digirin û bi hev re tevdigerin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.