Di beşên bihûrî de em li ser jiyana komîn û pêşketina komînan a di Rojhilata Navîn da rawestiya bun emê di vê beşê de hewil bidin kû li ser pêşketinên komînan yên li Rojava bisekinin. Piştî kû kapîtalîzim li pêş ket û dewlet buyîn her kû berfireh bu. Jiyana komînal her kû çû lewaz bû, heta mirov dikare bêje li hinek deveran ber bi dawî ve çû ye. Wisa didin bawerkirin kû hemû pêşketin malê kapîtalîzmê ye û çavkaniya hemû zaniyariyan welatên Rojavan e. Lê dema mirov li dîrokê dinêre mirov bi awayek vekirî dibîne kû çavkaniya pêşketin û avêtina gavên yekem Rojhilata Navîne. Lê bêguman her dever li gorî dema xwe xwedî pêngavên dîrokî û nirxên mezinin. Têkoşîna li Rojhilata Navîn a ji bo jiyanek komînal bêyî rawestan heta roja îro jî didome. Di her demekê de bi navên cûda û netewên cuda ji bo jiyanek komînal berxwedanî hatine kirin. Ev berxwedanî di roja îro de jî bê navber hîna didomin.
Li deverekî dema kû vîna gelan tune were hesibandin û jiyana civakan were binpêkirin bêguman wê li wir mirov serê xwe ji hemû cure koletiyê re netewînin. Di welatên Rojava de bi pêşketin û mezin bûyîna dewlet netewan re her kû çû jiyana civakî jî ber bi tunebun û talanê ve birin.
Di hemû deman de gelan ji bo azadiya xwe têkoşîn dane maşandin û biryara bi hevre bunê dane. Dema kû li Avrûpa jiyana bajar bûyîn pêşdikeve û rengê civaka bunê lewaz dibe. Gele pêwîstiya xwe bi hevrebunê dibîne ji bo jiyanek Azad li Yunana kevin 15 Konfederesyon ji milê gelan ve tên li darxistin. Di van konfederesyonan de siyaseta girîng tê dîtin û girtina dest mecilsên gelin. Armanca avakirina mecilîsan vînek azad a civakane.
Her kû bajarbûyîn mezin dibin û dikevin bin xizmeta dewlet netewan. Li dijberî wê jî di nava civakan da pêşengên daxwaza jiyan kom- komînal jî zêde dibin û têkoşîna jiyana Azad zêdetir tê dayîn. Hîn di 1790’an de dema şoreşa Fransa yê de, konfederesyona gelan tê li darxistin. Di sala 1871’an de komîna Parîsê daxwaza kû hemû komîn di bin banê konfedersyonê de komî gel hev bibin kiriye. Komîna Parîs, di dema şerê fransa-Rusya de kevirên xwe ên bingehîn lêkirine. Komîna Parîs dibe xwedî rolek girîng û dewlet neçar dibin kû hebuna komînê bipejirînin û li gelek deveran endamên komînê dibin rêvebiryên şaredariyên herêman.
Têkoşîna jiyana komîn tenê di Parîs’ê de namîne. Di salên 1905-1917’ an de li deverên weke Petersburg, Sovyet, Almanya û hwk din li gelek deveran têkoşîna jiyana komînal tê dayîn. Di encama van têkoşînan de rengê jiyana komînal xwe heta roja meya îro parasti ye. Li her devera kû têkoşîna jiyana bi hevre buyînê hatiye dayîn li wan deveran wekiheviya nava gelan û ferdan da hîn bi awayek erênîtir hatiye damezirandin.
Hemû civak di wê bawerî û zanebûnê dene kû ger jiyan ne bi hev re be wê tû wateya wê jiyanê tunebe. Di nava hemû candaran da jî candarên herî zêde pêwîstiya wan bi hevrebûnê re heyî mirovin. Ji ber wê tu kes bi tena serê xwe nikare jiyan bike. Tenê buyîn mirina zindî a li ser lingane. Di nava candaran yên herî zêde ji tenê bunê ditirsin mirovin. Ji ber kû hemû mirov baş dizanîn kû tenê bûyîn bi demê re mirovan bi awayek ruhî û zîhnî dikuje.
Binevş SARYA