Rojnameya Ronahî

Li Sûriyê sûcên Erdogan

Faruk Sakik

 

Nivîskar Ahmed Kahraman di rojnameya Yenî Ozgûr Polîtîka de, 3 nivîs li ser hewldanên çokdanîna Erdogan ya li ber deriyê Beşar Esed nivîsîne. Di dawiya nivîsa sisiyan de dibêje, gelo Erdogan ewqas li vê axê sûc kirin dibe ku Esed bi destê wî bigire?

 

Ezê ji vê derê dest pê bikim. Û ezê di vê nivîsê de sûcên Erdogan yên li ser wê xakê li hemberî wan gelan kirîn rêz bikim:

 

– Li pêşiya çareseriya ‘Şerê Sûriyê’ bû asteng. Riyên çareseriyê tev xitimandin.

 

– Çiqas çekên li Libya û rojhilatê Balkanan ji aliyê CIA ve hatibûn komkirin, bi pereyên dewleta Qeter û Siûdî kirîn û bi balafiran anîn li Tirkiyê. Piştî demekê dema ku ji van balafirxaneyan, bi TIR’ên MÎT’ê xwest derbasî Sûriyê bike, li ser sûc hat girtin.

 

-Sewqiyata çekan ya derveyî hiqûqê biçekkirina rêxistinên cîhadist kir.

 

– ‘Gaza Sarîn’ li ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê kirin. Ev yek jî bi belgeyan hat isbatkirin.

 

-Piştgiriya El-Qaîde û bi dehan komên cîhadîst hat kirin. Ev çete, li Tirkiyê bi navê Tevgera Efserên Azad, Artêşa Sûrî ya Azad (OSO), Konseya Sûriyê ya Neteweyî û hikûmeta demî hatin birêxistinkirin. Piştî van gavan, di qada navneteweyî de fermiyetek dan wan û berê wan dan Sûriyê. LI Sûriyê êrişî mirovayiyê kirin.

 

-Hevkariya dagîrkeriyê bi DAIŞ’ê re. Dema dît ku DAIŞ berî rejima Sûriyê têk çû, ew bixwe derbasî wê valayiyê bû. DAIŞ’iyên ji ber çekên şervanan xilas bûn, li Tirkiyê bi cîh kirin.

 

-Talankirina dewlemendiyên Sûriyê. Mînak: Li Helebê, Organîzasyona Sanayî ya Erdogan û Beşar bi hev re bi merasimekê vekiribûn, hemû ji hev xistin û birin Tirkiyê.

 

– Dagîrkirina Efrînê û hin deverên din.

 

– Li herêmên dagîrkirî guhertina demografiyê.

 

– Herêm xistin herêmên Tirkî. TL (Pereyê Tirkan) xistin tedawulê. Hin hikûmetên sembolîk ava kirin.

 

– Piştî çete perwerde kirin û şandin herêmê wan jî ev sûc kirin: Revandin, dizî, talan, destdirêjî, fîdye, işkence, kuştin, revandin û widakirina jinan.

 

– Komkujiyên Mezhebî.

 

– Erdogan piştî civînên Astana Rûsya û Tahranê soz da van dewletan ku wan rêxistinên cîhadîst ku li hemberî rejimê şer dikirin, ji Hama, Hums, Heleba, Rojhilat, Xûta Rojhilat, bejayiya Şamê û Qûneytra derxe û bibe li sînorê xwe bi cîh bike. Soz da ku di binê kontrola wî de bin. Muxalifên ku xwestin li hev werin li bajarên xwe man. Yên radîkal jî tevlî karwanê Tirkiyê bûn. Îro jî hatine li Idlibê bi ser hev de kom bûne. Erdogan li hemberî van çeteyan jî sûc kir. Malbatên van cîhadistan di nava çerxa şer de hêran. Gelek ji wan mirin yan jî koçber bûn.

– Li herêmê di êrişên sekvanî de gelek kes şehîd bûn.

– Û hwd.

Piştî rêzkirina van sûcan emê bipirsin bi kîjan rûyî tuyê herî Semerqendê? Lê gotineke Kurdan heye, dibêjin; “Tif kirine rûyê beqê, beqê gotiye, rûyê min ji ava çeman şil nabe, ma wê bi tifa we şil bibe”. Ev Erdoganê em nas dikin, wê here Semerqendê.

 

Me xwest bi bîra Beşar Esed bixin. Piştî van sûcên Erdogan, wê destê xwe dirêjî wî bike yan na? Her kes vê meraq dike. Û dîsa em gotineke Esed ya 22’yê Cotmeha 2019’an (https://www.youtube.com/watch?v=QUTQBcGx7DE) ji nû ve bi bîra wî bixin: “Erdogan û mirovên xwe, genimê me, fabrîqeyên me û petrola me dizîn û îro jî axa me didizin.”

 

Ahmed Kahraman gotibû; “Ez texmîn nakim bi destê Erdogan bigire” û piştre ev peyv lê zêde kiribû: “Lê dinya dinyaya bêbextan e.”

 

Ka emê jî binêrin Beşar wê bêbextiyê li Kurdan bike yan na?