Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xetera çeteyên DAIŞ’ê ya li Kampa Holê

27/08/2022
in NÛÇE
A A
Xetera çeteyên DAIŞ’ê ya li Kampa Holê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Hol

Di operesyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ de Jinên li Kampa Holê yên di bin xetera çeteyên DAIŞ’ê de diyarkirin ku xeteriya sûcên çeteyan herku diçe zêde dibe û da zanin ku ewlehiya cane wan qet nemaye.

Li Cîhanê kampa Holê yek ji kampên herî mezin û bi xetere. Çimkî jimareke mazin ji malbat, rêveber û serkêşên çeteyên DAIŞê lê dijîn. Hata niha jî ev xeterî dewam dike. Ji destpêka avakirina kampa ve, ji ber hişmendiya DAIŞ`ê, pirbûna koçberan û hebûna koçberên ji gelek welatan, li kampê her tim alozî û pirsgirêk derdikevin. Herwiha rojane kesên ku di hundirê Kampê de dijîn, li ser destên çeteyên DAIŞ`ê, tên kuştin. Çeteyan bi şevê dest bi liv û tevgerê dikin û bi awayekî hovane sûcan li dijî kesên li wir dimînin, pêk tînin. Bi taybet li dijî jinan van sûcan pêk tînin. Ji destpêka salê ve 44 kes bi demançeyên bêdeng, alavên tûj û çekan hatine qetilkirin û cenazeyan diavêjin kanalîzasyona herî nêzîk.

Ji ber rewşa ewlehiyê ya li kampa Holê Gelek jinên li kampê dimînin newêrin behsa bûyerên li wir bikin, hin ji wan jî dema ku behs dikin, newêrin navê xwe bidin. Ji ber ku çeteyên veşartî yên li wir yekser wan dikujin.

Ji bo ku em hê zêdetir rewşa li kampê nas bikin em bi hin jinên koçber re yên ku li wir dimînin  axivîn. Lê jinan ji bo parastina ewlehiya xwe, navê xwe nedan. Jinan ji me re behsa rewşa xwe ya li kampê kirin. Hin jê dema ku diaxivîn di nav axaftinên xwe hêsir ji cavên wan dibariya, diyar dibû ku rewşa wan li kampê pir xirab e.

`Em newêrin bi rehetî tev bigerin`

Yek ji wan Jinên koçber yên li kampê da zanîn ku di dema koçberkirinê de, ew û zarokên xwe ji neçarî hatin li kampa holê bi cih bûn û nizanîbûn ka rewşa li kampê çawa ye. Herwiha got, rewşa me li vir pir xirab be, em newêrin bi rehetî tev bigerin. Çimkî em ditirsin ku jinên çeteyên DAIŞ me bikujin. Êdî nizanim çi ji we re bêjim, ji aliyekî newêrim bêjim, ji aliykî jî nizanim çi bêjim.

Jineke din jî diyar kir ku ew pir zehmetiyan li kampê dikşînin. Lê ji bo ku parastina xwe bikin elaqê xwe ji ti kesî naynin û şev û roj parastina xwe dikin. Herwiha got, em ji 2018`an ve hatine kampê. Rewşa kampê wê wam salan ji ya Îsal pir baştir bû. Çimkî îsal rewş zêde xirab bûye û awlehî qet nemaye.

Heman jinê di derbarê pêngava ‘Mirovî û Ewlekariyê’ jî got, ev pêngave teybet ji bo jinên di bin tirsa çeteyên DAIŞ’ê de pir baş bû. Em bi hêvîne ku ev pêngava ewlehiyê berdewam bike da kuem bikarin li vir jiyanekê ewle bijîn û pêşî li sûcên çetayan bê girtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.