Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi encamp dewam dike

27/08/2022
in NÛÇE
A A
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi encamp dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja sêyem ya pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê , tûneleke din ya çeteyan dîtin û gelek konên ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo perwerdeyê û dadgehkirinê bikar dianîn rakirin.

Piştî zêdebûna bûyerên kuştinê ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, li kampa Holê dikin, Hêzên Ewlekariya Hundrîn û bi piştgirya QSD û YPJ’ê, di 25´ê Tebaxê de qonaxa duyemîn ya pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ya Hesekê ragihand.

Li gorî nûçegehana me ku pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji nêz ve dişopîne, di roja sêyem ya pêngavê de ragihand ku, Hêzên Ewlkariya Hindrîn, QSD û YPJ’ê di çalakiyên lêgerîn û piştrastkirina nasnameyên di beşa yekem ya kampê de dewam dikin. Herwiha hat zanin ku di encama lêgerînê de tûneleke din ya çeteyan hat dîtin û hijmara tûnelên çeteyan yên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatine dîtin, gihişt 5’an. Hêzên Ewlkariyê gelek konên ku çeteyan ji bo perwerdeyê û dadgehkirinê bikar dianîn, ditin û rakirin. Hijmara konên ku ji destpêka pêngavê de hatine rakirin gihşt 33 konan. Li gorî hatibû ragihandin di roja duyem ya pêngavê de 27 çeteyên DAIŞ’ê ku xwe di nava kampê de veşartibûn, hatinbûn girtin.

‘Belgeyên ku kîjan hêz piştgiriya DAIŞ’ê dikin, di destêmede ne’

Derbarê pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, Berdevgê Yekîneyên Parastina GeL ( YPG), Nûrî Mehmûd ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku gelek belge di destêwan de hene ku hin hêz piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dikin û da zanin yek ji wan hêzên ku ji destpêka avabûna çeteyên DAIŞ’ê ve piştgiriya çeteyan dike dewleta tirkî ya dagîrker e.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker çeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagîrkirî perwerde dike û wiha domand: “DAIŞ’ê ji aliyê wezîrê karê hundirîn,  MîT û waliyên  Riha û yê Dîlok’ê ve tê birêvebirin û li herêmên dagîrkirî tên perwerde kirin. Di dema dawî de me ev agahî  bi belegeyan tesbît kirin.”

Tevahî derfetên tîrkî di xizmeta DAIŞ’ê de ne

Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku çeteyîn DAIŞ’ê li hin herêmên di navbera Dêra Zorê û Iraqê  de xwe bi cih kirine û ji van herêman êrişî hermên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Herwiha diyar kir ku di dema dawî de hikumeta AKP’ê û MHP’ê tevayiya derfetên dewleta tirkî, xistine xizmeta çeteyên DAIŞ’ê de.

Berdevgê Yekîneyên Parastina GeL ( YPG), Nûrî Mehmûd balkişand ser dewama xetera Kampa Holê  û axaftina xwe cwiha qedand: “Civaka nevnetewyî gelên herêmê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi tenê hiştin. Ev pêngav barekî girane li ser Rêveberiya Xweser. Em nikarin bêjin wê ev pêngav dawiya DAIŞ’ê bîne, ev tenê tedbîreke demkî ye li gorî derfetên me yên heyî ye. Divê hêzên navnetewyî bi erkên xwe rabin ji ber ku xetera Kampa Holê wê ji bo herkesê dewam bike.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.