Saturday, May 31, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD`ê derb li MÎT’a Tirkiyê xist

27/08/2022
in NÛÇE
A A
QSD`ê derb li MÎT’a Tirkiyê xist
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeya/Qamişlo

Di xala sisiyan ya ‘Rûyên Veşartî’ de, bi mikûrhatina sîxurên MÎT’a dewleta tirkî ya dagîrker eşkere bû ku, QSD’ê derbeke giran li tora sîxûrên MÎT’ê yên li herêmên dagîrkirî xistiye.

Di çarçoveya Operasyona Sondê de ku QSD’ê 31’ê Tirmehê dabû destpêkirin, toreke MÎT’ê ku serkêşê wê li Dîlokê ye û kesên girêdayî wî jî li herêmên dagîrkirî karê sîxuriyê dikin, hat têkbirin. Mikurhatinên sîxurên vê torê ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin, di xala sisiyan ya bernameya ‘Rûyên Veşartî’ ya Ronahî TV de hatin weşandin.

Tora MÎT’ê ya li herêmên dagîrkirî

Serkeşê vê tore, endamê MÎT’ê yê bi navê Mûdîr Ehmed e. Berpirsê îstixbarata Tirkî ya li Efrînê ye, şebekeya li dijî gelê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê kar dike. Herwiha li hemû herêmên dagîrkirî tev digere. Kesekî bi navê Îsa jî ku di binê destê Mûdîr de dixebite, berpirsê ofîsa MÎT’ê ya li Dîlokê ye. Herwiha endamên MÎT’ê yên bi navê Neqîb Ebû Muistesim ê ji Hemayê ye jî, li Îskenderûnê dimîne; Ebû Newres jî ji Cerablusê ye û li wir karên qirêjî yên MÎT’ê dike; Hisên Ebdulkerîm Nasir ku bi navê Ebû Muhened tê naskirin jî, ji Hamayê ye û li Dîlokê dimîne ku di encama çalakiyeke QSD’ê de niha felc bûye. Kesê bi navê Ebdulhenan Şêxo jî ji Efrîna dagirkirî ye.

Ev kes hemû di nava vê torê de cih digirin ku ji aliyê QSD’ê ve pilanên wan yên bi MÎT’ê re hatin têkbirin. Piraniya karên qirêjî yên vê torê di ser Ebdulhenan Şêxo re dihatin meşandin. Erkê wî li Rojava û herêmên Rêveberiya Xweser peydakirina sîxuran û li dijî gel bikaranîna wan e. Gelek sîxurên girêdayî wî kar dikin hene.

Herwiha navên hinek sîxurên din yên vê torê û karê wan wiha ne:

Ebdo Hemûd Qedûr ku ji Til Rifetê ye, di navbera Efrîn û Dîlokê de diçe û tê û karê qirêjî yê MÎT’ê dike. Mihemed Hecazî ji Efrînê ye, endamê Partiya Azadî ye ku berê yek ji partiyên ENKS’ê bû û herêmên Şêxmeqsûd û Şehbayê di hedefa karê wî de ye. Mihemed Ebdulkerîm Billo ji Efrînê ye û niha li wir dimîne. Îbrahîm Mihemed Hîlal ji Helebê ye. Ev kes 24 seatan bi berpirsyarê torê li Efrînê Henan re diçe û tê û hemû karên sîxuriyê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe. Heman kesî jineke ji Idlibê jî kiriye sîxur, nave wê jî Muîne ye. Sîxurê bi navê Mehmûd ku mirovê Henan e ji Efrînê ye, lê li Kobanê dimîne. Her wiha 2 kesên li Minbicê xwediyê dermanxanê ne û yekî ku xwediyê dikana balê jî, endamê vê torê ye.

 

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
ROJEV

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

29/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.