navenda Nûçeyan/Şehba
Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Efrînê daxuyaniyek da û tê de êrişa dagîrkeriya Tirkî ya li ser bajarê Til Rifet şermezar kir. Heriwha bang li Rûsyayê jî kir ku weke hêzên garantor li herêmê erka xwe pêk bîne û li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk yên li dijî sivîlan bêdeng nemîne.
Bi tevlêbûna bi sedan endamên Meclisa Malbata Şehîdan û şêniyên herêma Efrînê û Şehbayê li Kampa Serdem daxuyaniyek têkildarî êrişa dewleta Tirk ya dagirker ya li ser navçeya Til Rifetê hat xwendin.
Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
`Îro careke din dewleta Tirk ya dagirker bi demên nîvro de ku roja bazarê bû, bi balafirên xwekuj navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê û gelê sivîl kir hedef. Di encamê de 3 şehîd û 6 birîndarên me çêbûn.
Banga me ji hêzên navneteweyî re; ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafiran gelê sivîl dike hedef, di sala 2020’an de dewleta Tirk komkujiya li Til Rifetê pêk anî, ne tenê Til Rifet, Aqîb, Kiladiyê û hemû deverên Şehbayê komkujiyan dike. Dewleta Tirk nikare vîna gel bişikîne û her roj komkujiyan li ser zarok û gelê me pêk tîne.
Îro jî dewleta Tirk ya dagîrker bi balafirên bêmirov navneda navçeya Til Rifetê kir hedefa xwe û em jî bêdengiya dewletên Rûsya û Amerîkayê yên garantor, şermezar dikin.






