Navenda Nûçeyan/TilRifet
Îro balafireke xwekuj ya dewleta Tirkî ya dagirker navenda navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê bombebaranê de 3 şehîd û 6 birîndar çêbûn.
Êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin û her carê gelê li herêmê dike hedef, îro jî dagîrkeriya Tirkî di berdewamiya êrişên xwe de navenda Til Rifet ya kantona Şehbayê bi balafireke xwekujî hedef girt û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.
Li gorî nûçegihanê me yê bajarê şehbayê, diyar bû ku di dema bûyerê de hêzên Rûsya astengiya ji ragihandinê re çêdikirin, da ku kiryarên dagîrkeriya Tirkî yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê veşartî bike.
Navê kesên ku di êrişê de şehîd bûn, Fatma Usman Mio (21) û Reşîd Elîko (28), şehîdê sisiyan jî nasnameya wî hê ne diyare.
Navên birîndaran jî wiha ne:
-Hisên Murad Qerokî (13)
-Menan Reşîd Hisên (57)
-Egîd Fexrî Şêxo (32)
-Semîr Ebdulqadir Reşo (31)
-Zûhêr Ebdurehman Mihemed (36)
-Edhem Reşîd Henan.






