Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Terora baviksalar

24/08/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan Cizîrî

Li rojavayê Kurdistanê, wekî mekanê Şoreşa Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê, bi giştî civak, nexasim jin, digel derfetên kêm û şerê ku DAIŞ-dewleta Tirkan bi ser civakê de disepînin,, bi ked û îradeya xwe ya berxwedêr hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Her pêkhateya li ser vê xakê kom bi kom, beş bi beş bi awayekî xweser-demokratîk xwe birêxistin dike. Mixabin li vî mekanê şoreşê, hêzên dagîrker û qirkerên jinan yên çav berdane nan û av û warê me, wekî hêzên dij-şoreşê hewl didin vê mecala jiyana azad û demokratîk têk bibin.

Dewleta Tirkan ya qirkera jinan, roja 18’ê Tebaxê jî li gundê Şimokê yê di navbera Til-Temir û Hesekê de, bi balafira bêmirov ya çekdar êrişî Navenda Perwerdeya Zarokên Keç kir û komkujiyeke din ya zarokan pêk anî. Di vê êrişê de 4 keçên me yên delal şehîd, 11 jî birîndar bûn. Wekî tê zanîn, ev Navenda Perwerdeya Zarokên Keç bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî hatiye vekirin û tenê li ser perwerdeya zarokên keç disekine. Li vir tişta sosret; rêxistina HRW ya çavdêriya mafê mirovan, li hemberî vî sûcê mirovayiyê yê dewleta Tirkan, bi daxuyaniyeke şermok û berjewendîperest tenê dibêje, “Şerê li Bakurê Suriyê, Tirkiye jî tê de hemû alî, di operasyonên leşkerî yên didomin û plan dikin de, divê pêşekiyê bidin parastina sivîlan û rêzê nîşanî mafên mirovan bidin”. Em li aliyê din dinêrin, Danezana Mafên Zarokan ya Cinêvê bi zimanekî gur û geş, di benda yekê de dibêje, “divê ji bo pêşketina zarokan derfetan biafirînin, zarokên birçî xwedî bikin, zarokên nexweş derman bikin, zarokên li kolanan biparêzin, di rewşên felaketê de destpêkê alîkariya zarokan bikin, zarokan li hemberî her cure istismarê biparêzin” û hwd. gelek rêzikan li ser kaxizê dide pey hev û dirêj dike!

Jixwe tevgerên jinan yên cîhanê ku kuştina jinan ya bi destê mêran wekî “terora baviksalar” pênase dikin û rexne dikin, roja îro li hemberî qirkirina jinan ya bi destê dewleta mêr ya Tirkiyê pêk tê, qet dengê xwe nakin.

Li vir hêja ye mirov, di serî de Tevgerên Jinan yên Cîhanê, ji rêxistinên HRW û UNICEF yên xwe wekî parêzvanên mafên mirovan yên gerdûnî pênase dikin, bipirse;

Ew rûpel rûpel zagonên we li ser parastina mafê zarokan û jinan nivîsîne, çi ferz dikin?

Di vê rewşê de çi qîmeta wan zagon û peymanên we ma?

Ma zarokên Kurd jî parçeyek ji zarokên gerdûnê nînin?

Dema jin û zarokên me tên kuştin, hûn bêdeng in; parastina mafê jin û zarokan li kû ma?

 

Wek jinên Kurd em dizanin dewleta Tirkan li ser erdê me, hebûn û azadiya me siyaseta dagîrkirin û qirkirina jinan-zarokan dimeşîne. Bi gotina herî zelal, dijmina tevayiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz e û li hemberî vê terora baviksalar çok danîn, ji bo her jinê bêrûmetî ye, sernizmî ye!

Di vê rewşê de careke din eşkere bû ku, yekane hêza rewa ya mafê tevayiya jin û zarokan diparêze, hêzên azadîxwaz YPJ-YPG û QSD ne. Lewre yekane çareseriya tevayiya jin û pêkhateyên rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriyê; bi jin-zilam, zarok-ciwan, dayîk û bavên xwe ve di vî mekanê pîroz yê Şoreşê de, em pirtir li dora hêz û rêxistinên xwe yên jinan bibin yek, piştgiriya pêwîst pirtir bikin. Dibe ku em berdêlên giranbiha bidin, lê nabe em jin hêviya parastina xwe ji hêzên derve yên baviksalar û nexweşên sermayedariyê bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.