Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Efrînê Şehîd Diyene Elo oxir kirin

21/08/2022
in NÛÇE
A A
Şêniyên Efrînê Şehîd Diyene Elo oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hezaran gelê Efrînê bi marasîmeke bi heybet şehîd Diyene Elo li goristana şehîdên berxwedana serdemê a navçeya Ehresê oxir kirin.

Şehba/Zana Roj

Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeya Şehîd Diyene Elo a ku di encama êrîşa dewleta tirk de li kantona Hesekê şehîd bûyî oxir kirin.

Merasîma şehîd ji pêşiya nexwaşxaneya Avrîn hat dest pê kirin, ber bi goristana Şehîdên serdemê a navçeya Ehresê ve çûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, axaftin ji aliyê hevserokê meclîsa şehîda a herêma Efrînê Hesen Berko hat kirin.

Hesen Berko di axaftina xwe de destnîşan kir ku bêdengiya navnetewî û hêzên li herêmê, hevkariya wan bi dewleta tirk re nîşan dide û wiha domand:” Encama ku DAÎŞ’ê di herêmê de wernegirtiye, dewleta tirk a dagirker dixwaza bi riya êrîşên xwe yên rojane yên li ser herêmê û bi hedefgirtina fermandar, xebatkar û kesên pêşeng re, bi dest bixe.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatmê Lektu jî axivî û got, êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê, bi armanca hilweşandina pirojeya Netewa Demokratîk û şikandina îradeya gel e.

Fatma Lektu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedaniya ku ji aliyê gelê herêmê ve tê kirin û got, gelê ku li ser xwîna şehîdan bûye xwedî deskeftî, wê tu carî serî li hember dijmin û dagîrkeran netewîne.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û bi tilîliyên dayîkan, şehîd hat oxir kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.