Rojnameya Ronahî

Ozan Comerd: Hunermend ronakbîrên civakê ne 

Hunermend Comerd bal kişand ser rol û misyona hunermandan ya di nava civaka Kurd û têkoşîna ku niha ji bo azadiya Kurdistanê tê meşandin de û got, “Keç û xortên me têkoşîna xwe gerdûnî kirine, lê wek hunermend me nikariye wê têkoşînê bi hunerê vebêjin.”

Têkildarî erk û berpirsyartiyên hunermendên Kurd a di vê povajoya têkoşînê de, Hunermandê Kurd Ozan Comert ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wek gel pêwîste nirxê ku bi têkoşînê hatî bi destxistin were parastin û wiha got: “Nirxên ku keç û xortên me li serê çiya bi destxistîn, pêwîste wek hunermend em jî bi vekirina akademî û xwe pêşxistinê van nirxan biparêzin. Em li gorî nirxên ku hatîn bi destxistin gelek li paş mane. Gotinek heye ku dibêjin; ‘Em evîndarê xwe ne, lê pêwîste em ne evîndarê xwe bin em bibin evîndarê gelê xwe.’

‘Bi hunerê pêşengtî ji civakê re dikin’

 

Ozan Comert destnîşa kirin ku hunermend pêşengtî ji civakan re dikin û bi hunera xwe rê nîşanî civakê dike û wiha domand: “Li ser vê axa pîroz şaristaniya mirovahiyê hatiye avakirin. Bav, kal û rêberên me di çand û hunerê de kesayetên mîna Ehmedê Xanê,  Melayê Cizirî, Melayê Batayê û bi sedan kesên din de pêşengî ji civak û derdora xwe re kirine. Di roja îro de jî hunermendên Kurd pêşengtiyê dikin. Ji roja destpêkê heta niha Kurdan bi hunera xwe xweda, xweza û mirovahî xemilandine. Bi hezaran kilam, çîrok û romanên me hene. Hunermend ji bo dîroka mirovahiyê û gel her tim bûne rêber. Bi navek din hunermend ronakbîrên civakên e. Ji ber ku dema mirovan şohrê xwe li hember desthildaran winda dikirin hunermendan bi helberst, çîrok û kilamên xwe gel ronî kirin.”

‘Hunermend wijdana gelê xwe ye’

 

Comert di berdewama axaftina xwe de qala têkoşîna tevgera azadiyê û bandoriya vê têkoşînê yên li ser rewşenbîrên cîhanê kir û wiha pêde çû: “Reweşebîrek yên cîhan dema qala berxwedana jinên Kurd dike, dibêje; ‘Ew firişteyên demokrasiyê ne’ nirxdayînek ewqas mezin heye. Ev demek dirêje li ser vê axê şer tê meşandin. Ev şer li ser ziman, çand, fikir û ramanê gelê Kurd tê meşandin. Divê hunermed pêşengtî û ronakbîriyê ji civakê re bikin. Hunermend wijdana gelê xwe ye. Ger hunermend rola xwe raste rast bileyîze, şer di pêngava duyem de tê destgirtin. Serokatî dibêje; ‘Li cihê siyset û mantiq nemîne, şer destpê dike.’ Ji bo ku rêya siyaset, Huner û çandê were vekirin pêwîste hunermend rolê sereke bileyîze. Hunermend gerdûniye, zarokên gelê Kurd jî têkoşîna xwe kirine malê gerdûnê, lê em ne li kêlek wan em gelek li pişt wan mane. Ew ronakbîriya ku ew didin, em nadin. Xebat tê kirin lê ne li gorî pêvajoyê ye. Zilma li Rojhilata Navîn bi destê NATO’yê bi taybet li ser Kurdan tê meşandin. Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ti nirxekî mirovatî, xwezayî  û ne jî yê olî nehêlaye. Hêza xwe hemû ji bo tinekirin û bişaftina ziman û çanda me bi kar tîne.”

‘Kar û xebatek tê kirin lê têrê nake’

Ozan Comert di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn xebata ku hunermendên Kurd di vê pêvajoyê de didin meşandin, gelek kême û wiha got: “Kar û xebatek tê kirin, lê têrê nake. Gelek rewşenbirên cîhanê fikrê Rêbertî ji xwe re wek çirayekê dibînin. Keç û xortên Kurdan destê xwe ji cîhanê vekişandin bê navber ji bo azadiya gelê Kurd û mirovahiyê têkoşînê dikin. Nirxê ku hatiye bi destxistin em nekarin bi kilemekî ji bo cîhanê vebêjin, ev ji bo me şermeke. Em dikarin bêjin heta niha ti hunermendekî Kurd li ser dika cîhanê bi nirxandin  an ji kilamekê rewşa li Rojhilatan Navîn û şerê tinekirina Kurdan ne vegotiye. Ev nirxên pîroz yên hatîn bi destxistin nayên ser ziman. Ez nirx didim xebata heyî lê li gor nirxên ku hatiye avakirin gelek kêm dibînim. Nirxê hatî bidestxistin gerdûniye, lê wek hunermend em wî nirxî di hindir de dihêlin nakin bikin malê gerdûnê. Heta niha di aliyê hunerî de gelek kêm berhemên me bûne malê gerdûnê. Hêviyên me nivşên nû û ciwanên me ne. Ew dikarin ji bo pêşeroja me guhertinên mezin bibin çêkirin.”

Ozan Comert bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Nirxên ku keçê û xortên me li serê çiya bi destxistin pêwîste wek hunermend em jî bi vekirina akademî û xwe pêşxistinê van nirxan biparêzin. Em li gor nirxên hatî bi destxistin gelek li paş mane. Gotinek heye ku dibêjin; ‘Em evîndarê xwe ne, lê pêwîste em ne evîndarê xwe bin em bibin evîndarê gelê xwe.’”

RONNEWS