Rojnameya Ronahî

Gelo R.Erdogan dajon nava erdên bimayin?

Ahmet Aktaş

 

Roja Pêncşemê R.Erdoga û Sekreterê Giştî yê Netewetên Yekbûyî Guterres, ji nişka ve li Ukrayna hatin dîtin.

Bi rengekî payebilind, li gel Zelenskî derketin ber kamerayên Medyayê. Weke ku xwedêgiravî xwedanê îradeyên azad in û bi biryarên xwe yên xweser û azad çûne Ukraynayê.

Bi Zelelnskî re Receb û Guterres, li gel çapemeniyê axivîn û gelek gotinên qelew kirin.

Herwiha, berî çend rojan Receb çû Sorçi, li gel Putin jî dûr û dirêj axivîn. Bi heman awayî derketin pêşberî çapemeniyê.

Hema divê pêsî were gotin ku her sê jî; Receb û Zelenski û Guterres, ne serbixwe ne û ne jî xwedanê îradeyeke azad in. Bê agahî û erêkirina DYEyê, nikarin gavên wisa tije pirsgirêk û xeter bavêjin.

Lê nayê wê wateyê ku hemû gotinên wan pûç in. Bi taybetî, piştî wê lihevrûniştina Receb li gel Putin ya demdirêj, dewleta tirkî êrîşên xwe yên li ser Rojava zêdetir kirin. Herwiha cara yekê bû, ku li gel dironan frokên cengî jî di ser xaka Rojava ra firiyane.

Ev tegera dewleta tirkan, nîşan dide ku hem ji NATO icaze girtiye ku frokeyên cengê li ser xaka Rojava bifirin, him ji Putin jî hinek icaze standiye ku êrîşên xwe zêdetir bike.

Bi NATO re li ser çend mijarên nû di çi astê de li hev kirine gelek ne diyar e. Belê li gel Rûsya lihevhatina wan ya li ser çend mijaran pêk hatiye hinekî diyar dibe. Weke mînak, ji bo dewleta tirkî êrişên xwe yên berê hinekî zêdetir bikin û beramberî vê dewleta tirk li Idlibê wan rêxistinên ku Rûsya terorist dibîne ji wê herêmê dûr bixe û hwd.

Lewra piştî civîna Soçî, li herêma Idlıbê û gelek cihên din, xwepêşandan li dijî dewleta tirkî hatin kirin û heta ala wan jî hat şewitandin. Lê ev fêlbazî û lîstoka dewleta tirkî zû aşkere bû ku weke êrîşa wan ya qirkirina li herêma Zaxo çeka wan bi wan de teqiya. Îca weke ku tê gotin “xwdiyê malê û diz bi hev hesiyane”; her hêz û dewlet zane ka kî çi dixwaze û çawa tev digere. Kes nema dikare kesî bixapîne. Eger zûbizû li hev eşkere nakin û şer nakin, ji ber ku her kes li bende firset û derfeta xwe ye. Lêbelê li gel ewqas siyaset û kiryarên qirêj û xwînrêj ên rêveberiya R.Erdogan, wisa diyar dibe ku dîsa jî dixwazin hinekî din, wî ji bo şer gurtir bike li gelek cih waran bidin xebitandin.

Her kes baş zane ku R.Erdogan ti caran nebûye aştîxwaz, çûye kîjan weletî şer û pevçûn li wir zêdetir kiriye. Lewma çûna wî ya UKRAYNAYê jî ne ji xêrê re ye. Çûna Guterres li gel wî jî, ne ji bo başî û aştiyê ye, bi tenê ji bo hinekî vê eyb û uzrê xwe û Receb bidin veşartin e!

Belê êdî eşkere dibe ku Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatî Sûriyê û QSDê jî, fêlbazî û liskên van dewletan baştir nas kirine. Lewma helwesteke ji yên berê cudatir û zelaltir nîşan dan. Gotin; “emê êdî li dijî êrîşên dewleta tirkî bêbersiv nemînîn, emê bi xurtî bersivên êrîşên wan bidin û êdî em ti cihî ji wan re nahêlîn û koçber nabin û hwd.” Ev helwesteke gelek rast tê dîtin ji aliyê gelê Kurdistanê ve û bêhna ruhê 15ê TEBAXê jê tê!