Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPJ: Li dijî xeteriya DAIŞ û Tirkiyê xwedî helwes bin

20/08/2022
in NÛÇE
A A
YPJ: Li dijî xeteriya DAIŞ û Tirkiyê xwedî helwes bin
Share on FacebookShare on Twitter
YPJ’ê di daxuyaniya xwe de banga hêzên navnetewî kir ku êdî çavê xwe li dijî sûcên dewleta tirkî ya dagirker negirin û got, dewleta tirk a faşîst bi hemû havîtiyên xwe hewl dide ku tola DAIŞ`ê ji hêzên YPJ’ê rake û DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike. Li berçavên cîhanê sûcê mirovahiyê dike, lê cîhan bêdenge.
Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê ku tê de hejmareke fermandar, pêşengên şoreşa Rojava û welatî û zarok şehîd bûne, daxuyaniyekê nivîskî weşand. YPJ`ê bal kişand ser bêdengiya dewletên navnetewî ya li dijî sûcên dewleta tirkî û banga hemû gelan kir ku li dijî sucên dewleta tirkî xwedî helwest bin.
Di daxuyaniya YPJ´ê de ev hate gotin:
“Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya hêzên YPJ’ê, keda gelê herêmê û bi xwîna dehan şervanên enternasyonalîst ve pêk hat, her dem bûye hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker û ew feraseta faşist bi alîkarî û fînansekirina çeteyên DAIŞ’ê, bi êrişên dagirkeriyê heya hedefkirina pêşengên şoreşa Rojava, êrişkariya xwe bi awayekî şênber raxistiye ber çavan. Dewleta Tirk a faşist bi van êrişan hewl dide tola DAIŞ ji hêzên YPJ’ê bigire û DAIŞ ji nû ve zindî bike.
Hemû cîhan dizane ku di pêşengtiya hêzên YPJ’ê de çeteyên DAIŞ têk çûn û bi vê serkeftinê şoreşa Rojava mezin bû û destkeftiyên YPJ’ê wisa ava bûn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çete di sala 2016’an û vir de li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dîsa li herêmên dagirkirî bi tacîz, tecawiz, revandina mirovan, ziyanên madî û manewî, guhertina demografî, kiryarên asîmîlasyonê, qaçaqî û talankirina cihên dîrokî, talankirina xwezayê heya êrişên tang, top û balafirên keşfê ve her cure êrişê pêk tîne û mafên mirovan bin pê dike. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker û çete li ber çavê hemû cîhanê pêk tên û heya roja îro li hember van êrişên hovane jî, ji aliyê tu sazî û dezgehan ve helwest nehatiye nîşandan.
Li ser vî esasî bangawaziya me ji gelê me, sazî û dezgehên demokrasîxwaz ew e ku her kes li hember van êrişan li hember dewleta Tirk a kujer û çete doz vekin. Di heman demê de em ji Konseya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî re dibêjin van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çete bixin rojevên xwe û li hember van sûcan helwestên şênber ku van êrişan bide sekinandin, raber bikin. Dîsa hemû kesên parêzkar, parêzerên dost re dibêjin ku ew jî xwedî li vê dozê derkevin û parêzeriya vê dozê bikin.
Di dema herî nêz de navên hin welatî, zarok û pêşengên şoreşa Rojava ên ku şehîd û birîndar bûne wiha ne:
Sosin Bîrhat  19.08.2021 Şehîd bû
Rênas Roj (Selahettin Şehabî) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Egîd Girkê Legê (Bêvan Remedan) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Rûbar Hesekê (Elî Elxirze) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Seyfullah Ehmed (Seyfullah Newaf Ehmed) 19.08.2021- Şehîd bû.
Yûsif Gulo-85 salî – 09.11.2021 – Şehîd bû.
Mazlûm Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.
Mihemed Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.
Dilar Heleb (Ranya Henan)-20.04.2022 Şehîd bû.
Ronahî Kobanî (Rodîn Ebdulqadir Mihemed)-20.04.2022 Şehîd bû.
Kobanî (Cîhan Nidal Elî)-20.04.2022 Şehîd bû.
Mizgîn Botan (Rahîme Xezalî)-30.05.2022 Şehîd bû.
Mizgîn Kobanê (Sîham Mislim)-02.07.2022 Şehîd bû.
Jiyan Tolhildan (Selwa Yûsif)-22.07.2022 Şehîd bû.
Roj Xabûr (Ciwana Heso)-22.07.2022 Şehîd bû.
Barîn Botan (Ruha Beşar)-22.07.2022 Şehîd bû.
Dîna Osman 6 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Mehmûd Xerîb Mamo 6 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Hisên Cemal Qasim 7 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Avrîn Ebdurehman Heyder 13 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Orîvan Mihemed Ebdo 15 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Hisên Beyrem Elîko 43 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Sebah Henan Hemo 10 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Azriya Ehmed Reşo 23 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Ronah Silo 27 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.”
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.