Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser: Emê hesabê kuştina zarokan ji dewleta tirkî bixwazin

20/08/2022
in NÛÇE
A A
Rêveberiya Xweser: Emê hesabê kuştina zarokan ji dewleta tirkî bixwazin
Share on FacebookShare on Twitter
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê êrişa dewleta tirkî ya li ser navenda Fêrkirinê ya zarokên şermezar kir û got, êrîşên dewleta tirkî yên li dijî herêmê tevayiya qanûnan binpê dikin û emê hesab bixwazin.
18’yê vê mehê, dewleta tirkî ya dagîrker bi balfireke bêmirov êrişî navenda fêrkirinê ya zarokan ya li gundê Şemokê yê Hesekê ku Neteweyên Yekbûyî sponsoriya wê dike kir û di encama wê de 4 zarok şehîd bûn.
Derbarê êrişa dweleta tirkî ya dagîrker ya li ser navenda zarokan ya li gondê Şemokê de, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
’Di êrişên dewleta tirkî ya dgîrker de zarok dibin amanc’
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ya li ser navenda fêrkirinê ya zarokên ya li gundê Şemokê yê Hesekê ku Neteweyên Yekbûyî sponsoriya wê dike, şermezar kir û wiha got: “Piştî hevdîtina dawî ya Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re, êrişên dagîrkeriya tirkî yên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalisyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin şehîd bûn.”
’Êrişên dagîrkeriya tirkî tevayiya qanûnan binpê dikin’
Rêveberiya Xweser da zanîn ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker tevayiya pîvanan binpê dikin û wiha got: “Dewleta tirkî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne. Mînaka wê jî dewleta tirkî ya faşîst bi balafirên bêmirov navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan ya li gundê Şemokê ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalisyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponsoriya wê dike, kir amanc. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keçîn birîndar bûn. Ev êrişa hovane hemû pîvan û qanûnan binpê dikin û sûcên şer in. D i heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din yê DAIŞ`ê ye.”
Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev êriş xeterê li ser zarokan, navendên fêrkirinê û sivîlan çêdike û wiha got: “Hincetên dewleta tirkî yên derew ji bo rewakirina êriş û dagîrkirina herêmên me ye. Xetera van êrişan rojane zêde dibe. Ev jî teqez dike ku Sûriye di binê xeter û gefa dewleta tirkî de ye û divê hemû sûrî vê yekê bizanin û dersan ji siyasetên dewleta tirkî derxin.”
Rêveberiya Xweser navên şehîdên zarok ku di êrişa balafira dagirkeriya tirkî de ya li ser navenda perwerdeyê ya zarokan ya li gundê Şemokê ya Hesekê eşkere kirin.
Li gorî daxyuaniya Rêveberiya Xweser navên şehîdan wiha ne: Ranya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.