Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê artêşa tirkî ji Sûrî bê derxistin

17/08/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Îran, Rûsya û Tirkiyê di daxuyaniyên hevbeş de gotin, `em piştgiriya yekîtiya siyasî û erdê Surî dikin.` Li hemberî kê piştgiriya yekîtiya siyasî û yekbûna erdê Sûrî dikin? Bêguman li hemberî Kurdan û gelên bakur û rojhilatê Sûrî! Yên li ser vî erdî dijîn, welatiyên Sûrî ne. Weke Tirkan ji derve nehatine û Sûrî dagîr nekirine.

 

Zekî Bedran

 

Divê Rûsya li hemberî gelê Kurd deriyê felaketên nû veneke. Sedemên van gotinên me hene. Lewra rewşa Efrînê li holê ye. Rûsya, wê demê bi lihevkirina bi Erdogan re leşkerên xwe kişandin û ji bo êrişê qada hewayî vekir. Tirkiye bi dagîrkirina Efrînê sînordar nema. Encama dagîrkeriyê ji bo Kurdan bû feleketeke rastî. Li wir qirkirina neteweyî hat kirin. Cihên dîrokî hatin talankirin. Talan û kiryarên dijmirovî didomin.

Dema dewleta tirkî kiryarên dijmirovî dikirin, Rûsya daxuyaniyek jî neda. Ji sûcûn hatîn kirin re çav û guhên xwe girtin. Herwiha 2018`an ji bakur û rojhilatê Sûrî heyeteke fireh vexwendibu Soçî. Berî civînê bi rojekê bi dewleta tirkî re li hev kirin û herêma xweser derveyî pêvajoyê hiştin. Erdoganê faşît yê Sûrî dagîr kirî li hemberî hikumeta Şamê hêza leşkerî birêxistin dikir. Pişt re pêvajoyên Astana dest pê kir. Astana xizmeta dagîrkeriya tirkî kir.

 

Îran, Rûsya û Tirkiyê di daxuyaniyên hevbeş de gotin, `em piştgiriya yekîtiya siyasî û erdê Surî dikin.` Li hemberî kê piştgiriya yekîtiya siyasî û yekbûna erdê Sûrî dikin? Bêguman li hemberî Kurdan û gelên bakur û rojhilatê Sûrî! Yên li ser vî erdî dijîn, welatiyên Sûrî ne. Weke Tirkan ji derve nehatine û Sûrî dagîr nekirine. Herwiha ji bo yekbûna erde Sûrî fedakariya herî mezin kirine û ser deh hezarî re şehîdên wan çêbûne. Ji bo mayîna îdareya Esed jî desteka herî mezin pêşkêş kirine. Em bifikirin ku bakur û rojhilatê Sûrî di destê DAIŞ`ê de bima, gelo rêveberiya Şamê dikariya li ser piyan bimîne?

Ya ev herêm paqij kirî QSD bû. Eger Rûsya û Îran tevlî şer nebûna û destek nedabûna, jixwe rêveberiya Esed nikariya hebûna xwe bidomîne. Tirkiyê ji destpêkê ve sînorên xwe ji rêxistinên weke DAIŞ û El Nusra re vekirin. Ya Sûrî xistî nava gerînekeke xwînê, Tirkiye bixwe bû û qaşo Tirkiye li hemberî yekbûna erde Sûrî jî rêzdar e.

Eger Tirkiye ji bo yekbûna erdê Sûrî rêzdar be, çima artêşa xwe paş ve nakişîne û dagîrkeriyê bi dawî nake? Ji bo dagîrkirina herêmên Kurdan dibêjin me korîdora terorê parçe kir. Emê ji Efrîn heta Dêrikê paqij bikin, bi milyonan koçberan bînin li wan herêman bi cî bikin. Li hember yekbûna siyasî û erdê Sûrî, ev çi rêzgirtine? Tuyê erdê welatekî din dagîr bikî, guhertinên demografîk bikî û li gorî keyfa xwe tev bigerî, bi sedhezaran bi navê artêşa neteweyî ya Sûrî li hemberî artêşa fermî ya Sûrî rêxistin bikî û pişt re wê bêjî ez li hember yekbûna wî walatî rêzdarim.

Tirkiye Idlibê qet nîqaş nake. Dixwaze bide jibîrkîrîn û ji rojevê derkeve. Li wir rêxistinên weke El Nusra û hwd. bi salan e desthilatdariya xwe ava kirine. Bi dehhezaran hêzên wan yê çekdar hene. Cîhanê tevê ev rêxistin bi terorîstî pênase kirine. Lê ji bo Tirkiyê hebe nebe tenê Kurd in! Ew terorîst in û divê bên tinekirin. Cîhan tev dixwaze li Sûrî şer biqede, çareseriyek siyasî pêş bikeve. Erdogan dibêje; ‘min berdin ezê herim wir belav bikim’.

Rêveberiya Rûsya jî bi vê rêveberiya faşîst û dagîrker re ku ji bo Kurdan senaryoyên felaketan amade dike, bazarê dike.

Berî civîna Tehranê hin derdoran nirxandin dikirin. Yên digotin ji bo tesfiyekirina Rojava Tirkiye û Rûsya li hev kirin, ne kêm bûn. Dihat gotin, wê biryar piştî hevdîtina Îranê pêş bikeve.

Wisa tê dîtin ku Îranê dagîrkeriyeke vekirî nepejirandiye. Lewra ciyê ku Tirkiye dixwaze dagîr bike dernekeve. Lê tirkî çeteyên xwe yên çekdar û Ixwanî amade dike, bi rêxistin dike. Ev ji bo rêveberiya Şam û Îranê gefeke eşkere ye. Ew ne li dijî lêdan û lewazkirina Kurdan in. Lê Tirkiyê ev ji xwe re bes nedît. Şopa Pûtîn berneda û 5`ê Tebaxê çu Soçî. Li wir jî bazara li ser Kurdan û herêma xweser dewam kir. Wisa xuya dike ku, şehîdkirina fermandarên QSD’ê û kadroyên pêşêngên gel, li wir hatiye pejirandin. Lewra piştî hevdîtina Tehran û Soçi êrîşên Tirkiyê yên bi balafirên keşfê zêde bûn.

Li hemberî êrîşên Tirkiyê ne ji Îran ne ji Rûsya heta niha ti bertek yan jî daxuyanî nehatine. Eger Tirkiye destekê negire nikare êrişên wiha bike. Lewra artêşa Sûrî li ser sînorê Tirkiyê bi cih bûye. Rûsya ji wir dişopîne. Qada hewayî jî di binê kontrolê Rûsya de ye.

Em vê rastiyê careke bînin ziman; di cîhanê de tişta herî zalimane û neheqî, li ser çarenûsa gelekî dijminên wî bazarkirina wan û biryardayîna wan e. Mixabin li ser Kurdan ev bazar tên kirin. Rûsya, berî van hevdîtinan pirsa nêrîna Kurdan nekiriye. Li ser encama hevdîtinan jî ti agahî nedane. Me heman rewş di civîna NATO de jî dît. Erdogan Rojava û Kurd xistine rojeva NATO. Li ser endamtiya Swêd û Finlandiya hinek tişt sepandine. Hem Swêd hem jî Finlandiya pêwîstî nedîtin daxuyaniyekê bidin Kurdan. Sekreterê gîştî yê NATO weke berdevkê Erdogan daxuyanî dida.

Divê êdî Rûsya faşîstekî weke Erdogan neke belaya serê gelan. Erdogan di hundir de pir tengav bûye. Ev demeke dirêj e li hemberî gerîla êrîşên giran dike. Lê ji ber berxwedana gerîla nikare encamê bigire. Dixwaze netewperestiyê bi kar bîne û biçe hilbijartinan. Ji ber wê pêwîstiya wî bi şerekî, derew jî be bi serkeftinekê heye.

Ji ber wê em ji Rûsya re dibêjin nebe şirîkê senaryonên felaketên li dijî Kurdan tên amadekirin. Divê Îran û Rûsya bi Erdogan re mijara ka kengê artêşa xwe ji Sûrî bikişîne û kengê dagîrkeriyê xelas bike biaxivin. Eger em bala xwe bidinê Tirkiye nabêje ka wê kengê dagîrkeriyê xelas bike û artêşa xwe bikişîne. Yekbûna siyasî û yekbûna erdê Sûrî bi yekbûna bakur û rojhilatê Sûrî bi rêveberiya Şamê re û bi dawîkirina dagîrkeriyê, pêkan e. Divê yên weke Rûsya giraniya xwe bidin ser vê mijarê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.