Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Riya serkeftinê ya yekane

17/08/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

 

Di van rojan de ku em pêşwaziya salvegera 38’an ya pêngava 15’ê Tebaxê pêngava vejîn û jinûve zindîkirina gelê Kurd yê ji pencên qirkirinê rizgar bûyî dikin.

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê rewşeke awerte heye. Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker yên ser welatiyên herêmê, çi bi top û obûsan, çi bi balafirên biçek yên bêmirov, rewşa awerte ragihandiye. Di heman demê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de li ser sînor li dijî panzer û nuqteyên artêşa Tirkan çalakî kirin. Li gorî daxuyaniya QSD’ê di çalakiyên dîmenên wan hatîn weşandin de, 29 leşker hatine kuştin û birîndar jî hene.

Li vir ezê gotina Rêber Apo ya li ser 15’ê Tebaxê ku dibêje em bi şerê xwe hene, bîr bînim. Rêber Apo hebûn û berxwedana gelan bi şerê wan ve girê dide. Di vir de Rêber Apo şer di warê leşkerî tenê de pênase nake, dibêje bingeh şerê çekdarî ye. Ji her aliyê civakê jî dixwaze li gorî hêza xwe beşdarî nava şer bibin û piştgiriya şervanan bikin. Rêbertî vê bi bingehê Şerê Gel yê Şoreşger ve girê dide.

Çima min di vê nivîsê de xwest balê bikşînim ser van xalan? Berî niha dewleta Tirkan û serokê wê Erdogan bi navê ewlekariya xwe ya neteweyî her gef li herêmên me dixwarin û dibêje ‘emê êriş bikin’. Ez careke din vegerim ser çalakiyên tolhildanê yên QSD’ê ku eşkere ji raya giştî re bi dîmen hatin ragihandin. Dibe ku li gorî hin kesan, ji dewleta Tirkan re bibe behane, lê ya rast dewleta Tirkan êdî hesabê xwe beramberî berxwedana gelê bakur û rojhilatê Sûriyê mezin dike. Ne bakur û rojhilatê Sûriyê tenê, berxwedana li Şengalê û berxwedana li Zap, Metîna û Avaşîn ji hev ne qut in. Êriş hemû di çarçoveya yek konsebtê de pêk tên. Armanca dewleta Tirkan jî bi wan êrişan, qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên din e.

Ji bo wê piştî 38 salan ya Pêngava 15’ê Tabexê îro careke din dîrok, xwe dubare dike. Ruhê berxwedana li Rojava, Şingal û çiyayên azad berdewama fîşeka yekê ya fermandar Egîd e. Ji bo wê di serî de gelê Kurd ji gelên herêmê tevan tê xwestin ku, bi bîr û bawerî nêzî ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê bibin û li ser wî bingehî têkoşîna xwe xurt bikin.

Eger em niha dibînin ev çend roj in êrişên dewleta Tirkan bi taybetî bi balafirên bêmirov hinekî kêm bûne, sedema wê opersyona Sondê ya QSD’ê û çalakiyên bersivdayînê ne. Eger zor û zext li herêmên dagîrkirî yên wekî Serê Kaniyê, Ezaz, Bab û deverên din çêbûne jî, piştî çalakiyên QSD’ê rewş 180 dereceyî hatiye guhertin.

Di vir de careke din em vegerin ser ruhê 15’ê Tebaxê. Lewra ji gelê me tê xwestin li ser wî hîmî, xwe baş birêxistin bike û jiyana xwe li ser bingehê Şerê Gel yê Şoreşger birêkûpêk bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.