Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Ferhad Şamî diyar kir ku sekinandina dewriyeyên hevbeş yên Rûsî û dewleta tirkî planên wan yên hevbeş eşkere dike. Herwiha da zanîn ku hefteyek e tevgera dewleta tirkî ya faşîst zêde dibe û got, ev tê wateya ku amadekariya êrişekê nû dike û ti êriş wê bêbersiv nemînin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya topbaranê û balafirên keşfê yên biçek di demên dawîn de zêdetir bûne. Artêşa Tirk a dagirker bajar û gundewarên bajarê Kobanê, gundên navçeyên Dirbesiyê, Til Temir û Zirgan yên kantona Hesekê, navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û gundên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî bê navber topbaran dike. Di topbaranê de hemwalatî şehid û birîndar bûn.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî, derbarê van êrişên bê ser û ber û îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje QSD`ê êriş biriye ser me, ji ajansa ANHA re axivî.
Ferhad Şamî destnîşan kir ku ev hefteyeke dewleta Tirk a dagirker xwe ji bo êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike.
Herwiha Şamî da zanîn ku hebûna leşkerên hikumeta Şamê li cihên tên topbarankirin li pêşiya êrişên dewleta Tirk nebû astengî. Ferhad Şamî da xuyakirin ku planên Rûsî û dewleta faşîst ya Tirkiyê bi sekinandina dewreyên wan yên hevbeş eşkere bû û da xuyakirin ku di tevgera wan de diyar bû ku li hember hebûna hukumeta Şamê ti hesabên wa nînin û bi êrişên xwe re dixwazin Sûrî bixin nava aloziyekê pir mezin.
Berpirsê navenda ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî banga gel kir û got, dewleta dagirker dixwaze herêmê vala bike. bila ti kes terka cih û warê xwe neke. Herwiha bila gelê me bizanibe ku ti êrişên dewleta tirkî bê bersiv namînin û emê bi gelê xwe re tola van êrişên hov rakin û di gotinên xwe de teqez kir ku yê winda bike wê dijminê kurda be.






