Rojnameya Ronahî

YPS-JIN: Divê gelê Kurdistanê berxwedana ji bo rêveberiya xweser bihêz bike

Tîmên YPS-JIN, bi pêmana Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî rejima faşîst ya AKP-MHP’ê çalakî kirin û peyama bihêzkirina berxwedana ji bo rêveberiya xweser dan.

Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çekwar Çûkûr û Şehîd Roza Botanê yên YPS-JIN, bi pêmana Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî kirin.

Derbarê çalkiyê de Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Çûkûr û Şehîd Roza Botanê yên YPS-JIN’ê daxuyanî dan.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Çûkûr ya YPS-JIN’ê diyar kirin ku bi armanca pîrozkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê wan çalakiyek li dar xistin û wiha gotin: “Serdema têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê ya di çarçoveya têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo de dest pê bû, bi kelecana xwe ya roja ewilîn didome. Tîma Tolhildanê yên Bersivê ya Şehîd Çekwar Çûkûr ya YPS-JIN’ê, bi armanca pîrozkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, şeva 12’ê Tebaxê li navçeya Bismil ya Amedê saet di 01.30’î de bi fişekên hewayî li şaxekî marketên BÎM’ê xist.”

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Çûkûr ya YPS-JIN’ê daxuyakirin ku divê gelê Kurdistanê li dijî sazî û dezgehên rejîma faşîst çalakiyan li dar bixin û wiha got: “YPS’e wê BÎM û saziyên din yên rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê bixe. Rejîma faşîst, bi kara ku ji saziyên wek BÎM’ê dike çekan distîne û pê li Kurdan dixe. Lewma gelê Kurdistanê divê li dijî sazî û dezgehên rejîma faşîst çalakiyan li dar bixe û berxwedana ji bo rêveberiya xweser bi hêz bike.”

Tîma Tolhildanê yên Şehîd Roza Botan jî derbarê çalakiya ku li dar xistin e wiha gor: “Bi hişmendiya ku wê hebûna gelê Kurd bi şerê bi şoreşgerî yê gel pêk were, 14’ê Tebaxê li Taxa Seyrantepe navçeya Bismil a Amedê, saet di 21.00’an de li dijî depoya avê ya ku qeyûm dest daye ser çalakî li dar xistiye û 13’ê Tebaxê jî li navçeya Seyrantepe ya navçeya Bismilê ya Amedê saet di 23.00’an wan de çalakiya nivîsandina nivîsandina hatiye kirin.”