Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK: Em mizgînî didin herkesê ku ji her demî zêdetir em nêzî serkeftinê ne

14/08/2022
in NÛÇE
A A
PKK: Em mizgînî didin herkesê ku ji her demî zêdetir em nêzî serkeftinê ne
Share on FacebookShare on Twitter

PKK´ê di daxuyaniya xwe ya salvegera Pêngava 15´ê Tebaxê de, piştevanên faşîzma tirkî hişyar kirin û got, em PDK’ê û NATO hişyar dikin. AKP-MHP’ê wê hilweşe û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê wê bide.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û got, berxwedana azadiyê ya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest pê kirin, li her dera Kurdistanê li ser rêya serfiraziyê didomin. Herwiha bîr xist ku Pêngava 15’ê Tebaxê yekemîn fîşeka azadiyê li tarîtiya 12’ê Îlonê hatiye xistin û bandor li her çar aliyê Kurdistanê kiriye.

PKK teqez kir ku ew ji her demê zêdetir nêzî azadiyêne û got, Em mizgîniyê didin her kesî, em li ser xeta Pêngav û Serfiraziyê ya 15’ê Tebaxê dimeşin û ji her demê zêdetir em nêziktirî azadiyê ne.

Herwiha piştgirên faşîma tirkî şiyar kirin û wiha got” li hember tekoşina azadiya gelan AKP-MHP’ê wê hilweşe û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê wê bide. Em aligirên wan şiyar dikin ku nebin şirîkên sûcên li dijî mirovahiyê û kes destê xwe nexe nava xwîna kurdan.

Çirûska çareseriya azadiyê

PKK´ê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand: “Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê ya 1984’an wekî çirûska li hemberî tarîtiyê, Kurdistan û dinya hemû ronî kir. Bi derbên ku li feraset û siyaseta mêtinger û qirkerê xist, ji gel û mirovan re bû hêvî. Bandora feraset û siyaseta qirker a li ser Kurdistanê tê ferzkirin şikand, ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tevgereke ronakbûnê ava kir. Wekî berhemeke Rêber Apo, şoreşa feraseteke nû û tarza jiyanê geş kir û careke din mirovayetî û heqîqeta wê anî ba hev. Li ser vî esasî ji bo mirovayetiyê rastiyeke Rêbertiyê ava kir. Êdî li ku dera dinyayê dibe bila bibe tu pirsgirêkeke civakî ne bêyî çareserî ye.”

PKK´ê ev rê weke xeta serketinê bi nav kir û wiha domand: “Kurdan koletiya xwe li ser esasê qehremantiyê şikand. Berxwedana qehremaniyê ya 38 salan li hemberî serweriya TC’ya faşîst, mêtinger û qirker didome. Di sala 39’an a Pêngava Mezin de berxwedan li çiya, deşt, bajar, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, li her qadê û li ser xeta serfiraziyê didome. Gerîlayên azadiya Kurdistanê Zap, Metîna û Avaşîn di serî de li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li Bakur û Başûr, li metrepolên Tirkiyeyê bi qehremanî şer dikin, destana berxwedanê ya herî watedar a dîrokê dinivîse.”

Alîgirên faşîzma Tirkiyê hişyar kirin

PKK´ê wiha domand: “Em careke din her kesê destekê dide qirkirina faşîst a AKP-MHP’ê, nexasim hêzên PDK û NATO’yê hişyar dikin. AKP-MHP’ê wê hilweşe û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê wê bide. Ev teqez e. Lewma divê her kes bala xwe bidiyê û kes nebe şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê û destê xwe di xwîna Kurdan de nebîne. Em ê Dem Dema Azadiyê û Têkoşîna xwe ya 50’î salî di xeta 15’ê Tebaxê de teqez bi ser bikevin. 39’emîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê wê ji her demê bêhtir bibe sala têkoşîn û serketinê.”  Behdinan

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.