Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûcên hefteyekê li Efrîna dagîrkirî: Revandin, destdirêjî, birîna daran û talan

13/08/2022
in NÛÇE
A A
Sûcên hefteyekê li Efrîna dagîrkirî: Revandin, destdirêjî, birîna daran û talan
Share on FacebookShare on Twitter

Leşkerên artêşa tirkî ya dagirker û çeteyên wê di hefteya borî de 11 welatî ji gund û navçeyên kantona Efrîna dagîrkirî revandin, gelek dar birîn û mal û milkê welatiyan talan kirin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên li dijî şêniyên resen yên li kantona Efrînê ya dagîrkirî mane didomînin, da ku wan bidin koçberkirin.

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê da zanîn ku artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê  di hefteyekê de 11 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyan,  kesên ji navçeya Cindirêsê yên hatine revandin ev in; Derwîş Hesen Mihemed (31) ji gundê Nesriyê ye, Ebdumecîd Hisên Mihemed, Wehîd Ebdo Ebdo (26) ji gundê Nesriyê ye, Mihemed Newres Îsmaîl (32) ji gundê Nesriyê ye û Şêxmûs Xelîl ji gundê Kefir Sefrê  ye.

Ji navçeya Şiyê jî artêşa tirkî ya dagirker û çeteyên wê 3 welatî revandin; Elî Zuhêr Hemo (24) ji Şiyê, Mehmûd Keleş, Hesen Sebrî ji gundê Hêkêçê ye.

Ji navçeya Şêrawayê jî, dagîrkeran  Xelîl Îsmaîl Elî (22) û Ehmed Nebo Ehmed ên ji gundê Burc Heyderê revandin.

Artêşa tirkî û çeteyên wê li navçeya Şera jî, Ehmed Yûsif Tobal ji gundê Meiriskê revand.

Li aliyekî din jî çeteyên “Feyleq El-Şam”  li welatiyê bi navê Reşîd Ebdurehman Seydo yê ji gundê Meydankê yê navçeya Şera dema xwest milkên xwe vegerîne, da.

Li navçeya Mabeta jî, serçeteyê “Mihemed Fetih” 300 darên zeytûnê yên Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Mist Eşûra, birîn.

Her wiha çeteyên “Muetesim Bîllah” ên artêşa Tirk a dagirker bi ser mala Mihemed Şêx Îsa yê ji navçeya Şera de girt û nêzî 10 hezar dolar û gelek telefon dizîn.

Li gundê Kefer Delê yê navçeya Cindirêsê, çeteyên “Firqet Hemzat” gelek tabloyên enerjiya tavê tevî alavên wê dizîn.

Li gundê Şadiya yê navçeya Raco jî, çeteyên “Ehrar Şerqiye” nêzî hezar û 500 darên henarê yên ayîdî Hisên Ehmed Xelîl Cafer ê ji gundê Mamila qut kirin.

Her wiha çeteyên “Firqet Hemzat” bi ser mala Hebîb Berho (80) yê ji gundê Maratê yê girêdayî navenda Efrînê de, girt.

Çeteyên “Sultan Murad” nêzî 80 darên zeytûnê yên Henan Ebdurehman yê ji gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera birîn.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.