Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Alên dewleta dagîrker şewitandin û li hevhatina bi Şamê re red kirin

13/08/2022
in NÛÇE
A A
Alên dewleta dagîrker şewitandin û li hevhatina bi Şamê re red kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Li seranserê herêmên Sûriyê yên di binê dagîrkeriya dewleta Tirkan ya faşîst de, xwepêşandan li dijî siyaseta tirkî ya qirêj pêk hatin. Xwepêşandêran alên dewleta Tirkan şewitandin û lihevhatina bi hikumeta Şamê re red kirin.

11’ê Tebaxa 2022’an, wezîrê karên derve yê dewleta tirkî ya dagîrker Mewlut Çawuş Oglu daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de got, divê em opozisyon û rejîmê li hev bînin. Li dijî vê daxuyaniyê, bi dirûşma “Hilweşe Tirkiye û hilweşe rejîm” li gelek herêmên ji hêla dewleta tirkî ve hatine dagîrkirin wekî Ezaz, Cerablus, Marê, Rayî, Bab, Soran, Efrîn, Serêkaniyê, gundewarên Girê Spî û Idlibê, xwepêşdanên girseyî pêk hatin.

Çalakvanên medyayê jî bi rêya malperên medyaya civakî banga lidarxistina xwepêşandanan roja înê kirin da ku helwesta nû ya dewleta tirkî şermezar bikin û lihevanînê red bikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li Ezazê ya bakurê Helebê xwepêşandêr ketin avahiya Gerînendetiya Ewlehiyê ya li bajêr û berê xwe da avahiya “Meclisa Herêmî”, her wiha ala Tirkiyê daxistin û şewitandin. Li kêleka wê jî xwepêşandêran bang kir ku tevahî alên dewleta tirkî yên li herêmên di bin serweriya çeteyan de werin daxistin.

Xwepêşandêran nehişt karwanekî dewleta tirkî di ser rêya Efrîn-Ezazê re derbas bibe.

Li ser dîwaran jî nivîsên mîna “Hilweşe Tirkiye û hilweşe rejîm” hatin nivîsandin. Helwesta xwepêşandana diyar dike ku serwextî dewleta tirkî bûyîne ku ew li gor berjewendiyên xwe bi kar anînin û niha jî disa li gor berjewendiyên siyaseta xwe ya qirêj dixwaze wan radestî rejîma Şamê bike. Ji bo wê li dijî vê sîyaseta tirkî ya qirêj her ku diçe xwepêşandan mazin û belav dibin; dewleta tirkî red dikin û ala wê di daxin û di şewîtînin.

Hêjayî bîraninê ye ku Mevlut Çawuşoglu di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ku di civîneke Cotmeha par de li paytexta Sirbistanê Belgradê hevdîtineke bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad re kiriye.

Herwiha Çavişoglu da zanin ku Pûtîn ji zû de ji dewleta Tirk re pêşniyara ku têkiliyê bi Beşar Esed re deyne kiribû û gotibû: “Pûtîn û rayedarên Rûsyayê ji zû de ji me re got ka em we û rejîmê bigihînin hev. Helbet tensîqekê istikbareta her du aliyan ve jî hebû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.