Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Derfet heye ku li Rojava derba mirinê li artêşa Tirk were xistin

13/08/2022
in NÛÇE
A A
KCK: Derfet heye ku li Rojava derba mirinê li artêşa Tirk were xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

KCK diyar kir ku dewleta tirkî êdî li bakur û rojhilatê Sûriyê ti pîvanan nas nake û got, ji ber ku Artêşa Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran xwariye û li van deveran asê maye, hovane êrişî herêmên rojava dike. Lê di vî pêvajoyîde derfet hene ku li Rojava derba mirinê li artêşa Tirk were xistin.

KCK diyar kir ku dewleta tirkî êdî li bakur û rojhilatê Sûriyê ti pîvanan nas nake û li dijî hêzên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê êrişên hewayî û sûîqestan dike, li dijî mirovên sivîl komkujiyan dike. Li hemberî şehîtxistina şervan û fermandarên li Rojava, ji aliyê koalisyonê ve nasnameya kujerê êrişkar nayê bilêvkirin û bi vî rengî peyamên sersaxiyê û xemgîniyê têne dayin. Ti qîmetê van peyaman nîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê-Iraqê di êrişên qirkerî û dagirkeriyê de; zarokên herî hêja yên gelê me, gerîla, sivîl, şervan û pêşengên polîtîk qetil dike. Ji daxuyaniya Komîteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser tê fêhmkirin ku hevserokê berê yê KODAR’ê û endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Rêzan Cavîd ku ji bo tecrûbeyên şoreşê û karên yekîtiya neteweyî li Rojava bû, di êrişa dewleta Tirk de hate qetilkirin. Di şexsê Rêzan Cavîd de em şehîdan hemûyan bi rêz, minet û hurmet bi bîr tînin. Ji gelê Rojhilat, di serî de malbata Rêzan Cavîd ji tevahiya malbatên şehîdan û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Çekên Qedexekirî Têne Bikaranîn

Êrişên qirker û îmhayê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li her qadê bi rengekî bêperwa dewam dikin. Rojava, Şengal û Mexmûr li pêş çavên Neteweyên Yekbûyî, DYA, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya planekê de têne bombekirin, li Zap, Metîna û Avaşînê jî di şerê dijî gerîla de artêşa Tirk bi rêk û pêk sûcê şer dike. Li van herêman li dijî gerîla çekên taktîk nukleer, bombeyên termobarîk û gazên kîmyewî têne bikaranîn.

Ev ne tenê îdîayek e, lê rastiyeke ku bi îtirafeke cidî hatiye ser ziman. 23’ê Adara 2022’an ji artêşa Tirk pîlotê teqawîtbûyî Erdogan Karakûş beşdarî bernameya televîzyonekê bû û diyar kir ku di destê artêşa Tirk de çekên taktîk nukleer hene û mikur hat ku ev çek îro li dijî gerîla têne bikaranîn.

Piştî Civîna Soçiyê Êriş Zêde Bûn

Piştî civîna NATO’yê ya 32’emîn ku 22’ê Hezîrana 2022’an li Madrîdê hate lidarxistin, hevdîtina Pûtîn-Erdogan-Reîsî ya 22’ê Tîrmeha 2022’an li Tehranê pêk hat û hevdîtina Pûtîn-Erdogan a 5’ê Tebaxa 2022’an li Soçiyê hate lidarxistin, êrişên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên li ser Rojava zêde bûn, Erdogan û wezîrên wî ji nû ve dest bi daxuyaniyên dagirkirina Rojava kirin.

Dewleta Tirk êdî li bakurê Sûriyê û li Rojava ti pîvanan nas nake, li dijî hêzên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê êrişên hewayî û sûîqestan dike, li dijî mirovên sivîl komkujiyan dike. Hewl dide gel ji gundan koçber bike, li şûna wan çeteyan bi cih bike, li pêş çavên cîhanê sûcê qirkirinê dike. Di êrişên dawî de eşkere bû ku mirovên sivîl ên hewl didan cenazeyan û mirovên birîndar ji wesayitên hatin bombekirin derxînin cara duyemîn hatin bombekirin. Ev yek jî armanca êrişan radixe pêş çavan.

Bêdengî Êrişên Dîktatoriya Erdogan Zêdetir Dike

Gelên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hay ji meseleyê hene. Heqîqet ev e, li hemberî êrişên li ser gelê Kurd û şervanên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de di nav Koalîsyonê de bûn, hêzên Koalîsyonê ji dêvila gelê Kurd çavê xwe ji êrişên desthilatdariya Erdogan û Dewleta Tirk a faşîst ku di şer de piştgirî dida DAIŞ’ê re digire. Ev bêdengî zemîna êriş û dagirkeriya ku wê TC û dîktatoriya Erdogan li ser Rojava bike, xurttir dike.

Piştgiriya Ku Hûn Didin Dewleta Tirk Vekişînin

Tirkiye her dem qala ‘Herêma ewlekariyê’ (qadên dagirkeriyê) dike ku li van deran rêveberiya bilind a DAIŞ’ê û tîmên wan ên çalakiyan lê hene. Ne tiştekî veşartî ye ku DAIŞ li van qadan tê parastin û perwerdekirin. Piştî Bexdadî her du rêveberên DAIŞ’ê yên ku ketin şûna wî li van qadên ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û li ser sînor hatin kuştin û girtin û ev jî diyar dike ku ev qad ji bo kê û ji bo kîjan armancê wekî ‘qada ewlekariyê’ hatine îlankirin.

NY di serî de em bang li DYA û Rûsyayê dikin ku nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan a ku dewleta Tirk dike, bila piştgiriya ku didin dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtinger vekişînin û li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin.

Derfet Hene Ku Derbeke Mirinê Lê Were Xistin

Li gorî van rastiyan gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li Rojava divê li hemberî êrişên nû û potansiyel ên dewleta Tirk a dagirker bi hêza xwe û bi dînamîkên xwe amadekariya xwe bikin, li hemberî artêşa Tirk a faşîst û çeteyên wê dîsa ji biçûkan heta mezinan têkeve nav parastina bi giştî û mezin a welat. Artêşa Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran xwariye û li van deveran asê maye. Derfet hene û mumkun e ku li Rojava derba mirinê li artêşa Tirk were xistin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.