Rojnameya Ronahî

QSD`ê kuştina 23 leşkerên dagîrkeriya Tirk û roxandina 3 makîneyan eşkere kir

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê ragihand ku di encama operesyonên ji bo tolhildana şehîdan de, 23 leşkerên dagîrkeriya Tirk hatin kuştin û 3 makîne hatin roxandin.

Ji bo tolhildana şehîdan, 8`ê vê heyvê Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî artêşa Tirk ya dagirker li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 3 operesyonên bibandor li dar xistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê operesyonên ku li dijî artêşa Tirk ya dagirker li dar xistine, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di demên dawîn de êrişên dewleta Tirkî ya dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne. Dagirkeriya Tirk rojane bi rêya balafirên bêmirov êrişên xwe dike. Di van êrişan de gelê me, hem jî hêzên leşkerî şehîd ketin. Ji destpêka meha Tebaxê ve 2 zarok, 7 welatî şehîd bûn û 17 welatî jî birîndar bûn ji wan 10 zarok û 3 jin bûn.”

QSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de li ser Operesyonên ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk ya dagirker li dar xistine, ev agahî parve kirin:

“Ji bo tolhildana şehîdên xwe di çarçoveya bersivdayînê de, di 8’ê Tebaxa 2022’yan de li ser sînorê bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên me ve 3 operesyonên bibandor hatin lidarxistin.

Di operesyona destpêkê de erebeyeke zirxî ya artêşa Tirk ya dagirker hat hedefgirtin, herwiha 7 leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di operesyona duyem de panzereke artêşa Tirk ya dagirker hat hedefgirtin, 10 leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin û panzer hat rûxandin.

Di operesyona sêyem de jî panzereke artêşa Tirk ya dagirker hat hedefgirtin. Di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin, panzer hat rûxandin.

Di van her sê operesyonan de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn. Herwiha QSD`ê  soz da ku tu êrişên li hember gelê xwe bê bersiv nehêlin û wê bersivdayîna êrişên tirkiyê dewan bikin.”