Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Dewleta Tirkî ya dagirker û çeteyên wê du gundên Girê Spî yê bi navê Erîda û Kor Hesen topbaran dike.
Dagîrkeriya Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne, di van kêliyan de jî dewleta Tirkî ya dagirker û çeteyên wê herdû gundên Erîda û Kor Hesen yên ku dikevin rojavayê kantona Girê Spî topbaran dike.