Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KODAR û PJAK’ê projeya demokratîkkirinê pêşkêşkirin

13/07/2018
in Uncategorized
A A
KODAR û PJAK’ê projeya  demokratîkkirinê pêşkêşkirin
Share on FacebookShare on Twitter

KODAR û PJAK’ê li ser bingeha neteweya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk projeyek pêşkêş kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Îranê bang li rêveberiya Îranê kir ku vebûneke siyasî bide destpêkirin.
Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo demokratîkkirina Îranê projeyeke hevpar eşkere kirin.
Di projeya hevpar a KODAR û PJAK’ê de hate bibîrxistin ku KODAR sîstemeke ku peykera wê konfederalîzma demokratîk e, ruhê wê jî neteweya demokratîk e û PJAK jî partiyeke pêşeng e di nava vê sîstemê de.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew xwedî projeyek demokratîk û aştiyane ye û hate gotin, “Li ser wî esasî şewazên pergala komara Islamî ya Îran beramberî hebûna pirsgirêkên gelan, bi taybetî pirsgirêka Kurd bes nabîne û bi şêwazek radîkal dixwaze gavên kirdarî ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve werin avêtin.”
Di projeyê de hate destnîşankirin ku KODAR û PJAK ji Îranê vebûneke siyasî dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Îranê û hate gotin, “Di çarçoveya neteweya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk de projeyekê pêşkêş dike.”
Hate diyarkirin ku KODAR çareseriyeke demokratîk û bê şer dixwaze û ji bo gavên pratîkî jî 8 rehendên hiqûqî, hemwelatî, civakî, azadiya jinê, parastin, aborî, ekolojîk û dîplomatîk destnîşan kir.
Di dawiya beşa encamê ya projeyê de jî hate gotin, “Eger ew daxwazên civakê di projeya ku hatî pêşkêş kirin de ji aliyê dewleta Îranê ve bi awayekî erênî neyê bersiv dayîn, berovajî vêya serlêdanên înkar, tinekirin û rêbazên derveyî mirovahî bide, KODAR wê ji bo otorîte û rêveberiya yekalî bikeve di nava hewildan û têkoşînê de be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.