Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM`ê banga xwedîderketina li berxwedana QSD`ê kir

10/08/2022
in NÛÇE
A A
TEV-DEM`ê banga xwedîderketina li berxwedana QSD`ê kir
Share on FacebookShare on Twitter

TEV-DEM`ê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya wek berpirsên berdewamkirina êrişên hov yên li dijî herêmê û gelê wê dît. Herwiha bang li gelê bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dewleta tirkî ya dagîrker li berxwedana şervanên QSD`ê xwedî derkevin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li ser êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û berpirsyariya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de bang li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe xurttir bikin û piştgiriya berxwedana  QSD`ê de bikin.

’Dewleta tirkî îsbat dike ku ew dewleteke terorê, sûcan û kujera zarokên e’

TEV-DEM  di daxuyaniya xwe diyar kir ku wekî dihat texmînkirin, piştî civîna Soçiyê dewleta tirkî ya dagîrker li hember derbaskirina keştiyên Rûsyayê, hin îmtiyaz û tawîzên nû ji Pûtîn wergirtin da ku şerê xwe yê xwîndar li eniyên xwe yên terorê berfireh bike û wiha got: “Dagîrkeriya tirkê gelek gund û bajarokên herêma Cizîrê ku hêzên Rûsyayê jî li wir hene, digire nava êrişên xwe. Dewleta tirkî ya dagîrker di dema heyî de hewl dide hin valahiyan li eniyên Hêzên Sûriya Demokratîk derxe, lê nikarî wê yekê bike. Balafirên bêmirov yên biçek yên Tirkiyê di demên dawîn de û bi taybet piştî civîna Tehranê zêde li asîmanê herêmê tevdigerin. Heta niha balafirên dewleta tirkî bi dehan caran ger çêkirine û 24 saetan rewşê dişopînin. Mafê tu dewletekê tune ye ku serdestiya dewleteke din binpê bike. Bi vê renîg, dewleta tirkî îsbat dike ku ew dewleteke terorê, sûcan û kujera zarokên Qamişlo, Til Rifet, Kobanê, Til Temir û gelek bajarên din e, ku bi hovîtî û bê ser û ber, bi hemû cureyên çekên nûjen û rûxîner xaka me dike armanc û qurbaniyan çêdike.”

’Armanca wê têkbirina aramiyê ye’ 

TEV-DEM’ê da xuyakirin ku piştî kaxizên dewleta tirkî yên sîtixbaratî yên binkeftî hatin eşkerekirin û li hember hêzên civakî û nîştimanî yên piştgiriyê didin hêzên berxwedana civakî, bi bin ket, ew dîn û har bûye û wiha got: “Dewleta tirkî ji vê îradeya berxwedêr ya li dijî dagîrkerî û terorê tolê hiltîne. Herêmên ewle li bajar û gundan bê ser û ber dike armanc û komkujiyan pêk tîne. Armanca wê provokasyon û têkbirina aramî û îstiqrarê ye, da ku zextê li pêkhateyên herêm û gundên nêzî sînor bike û wan neçarî koçberiya bi darê zorê bike.”

’Tu kes nikare berxwedana me ya dîrokî têk bibe’

TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe xurttir bikin û piştgiriya berxwedana ewladên xwe yên di nav QSD`ê de bikin û wiha got: “Wekî hêzên siyasî û nîştimanî û rêxistinên civaka sivîl divê em tev li seferberiyê bibin. Ji berk u em bi dijminekî terorîst, faşîst û neheq re rû bi rû ne. Hikumeta Tirkiyê ya terorîst li dijî vîn û nirxên me şerekî topyekûn ragihandiye, lê belê em tekez dikin ku tu kes nikare berxwedana me ya dîrokî têk bibe ji ber ku em nêzî serkeftinê bûne.”

’Koalîsyona Navneteweyî û Fedrasyona Rûsyayê berpirsin’

TEV-DEM’ê da zanîn ku Koalîsyona Navneteweyî û Fedrasyona Rûsyayê berpirsên van êrişên barbarî yên dewleta tirkî ya faşîstin û daxuyanî wiha qedand: ” Koalîsyona Navneteweyî û Fedrasyona Rûsyayê çavên xwe li hember sûcên Tirkiyê yên li dijî civakan û gelan pêk tîne, digirin. Rawestandina dewriyeyên leşkerî yên Rûsyayê yên ku herêmên sînorî yên bi Tirkiyê re dişopandin, bi taybet di vê demê de gumanan çêdike û fikarên me çêdike ku êdî çareseriya leşkerî tenê maye û lihevkirinên birêxistinkirî û xeter li dijî tevahî herêmê hene.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.