Rojnameya Ronahî

Divê Erdogan ji sûcê qirkirinê bê darizandin 

Zekî Bedran

Faşîzma Erdogan li Kurdistanê rijandina xwînê û kokujiyan didomîne. Heyîn û neyîna Tirkiyê tevê ji bo tinekirina Kurdan û temamkirina qirkirinê bi kar tîne.

Di vê rê de gihat asta sûcên dijmirovî û çavkaniya xeterê. Bi rêxistinên weke DAIŞ`ê û El Nusra re itîfaq kir. Niha jî li herêmên dagîrkirî ev rêxistin hespê xwe dibezînin. Ji bo rêxistinên sûc herêmên ewle hatin afirandin. Li herêmên weke Efrîn, Cerablûs û Serê Kaniyê yên dagîrkirî, bi dehhezaran çete hatine birêxistinkirin û êrişî gel dikin. Artêşa tirkî hêzeke mezin biriye Idlibê û rejima El Nusra ava kirî diparêze.

Erdogan bi Îran û Rûsya re li deverên weke Astana tên cem hev û daxuyaniyên hevbeş didin.

Qadşo dibêjin em yekbûna siyaset û erdê Sûriyê diparêzin. Henekên xwe li gelan dikin. Tirkiyê Sûriye dagîr kiriye. Bi dagîrkirinê têr nabe. Li herêmên dagîrkirî bi nifûsê dilîze. Qirkirina neteweyî dike. Welatiyên xwediyên cih derdixe yên nêzîkî xwe tîne li şûna wan bi cih dike. Weke din ji wan bi dehhezaran kirine leşker. Wan li hemberî rêveberiya amê amade dike. Navê wê jî kiriye Artêşa Neteweyî ya Sûriyê. Rêveberiyeke hember ava kiriye.

Baş e ev yekbûna siyaseta Sûriyê û erdê wê li hemberî kê diparêzin. Bêguman li hemberî Kurdan û herêmên xweser. Kurd û Ereb welatiyên Sûriyê ne. Weka Tirkan ji derve nehatine Sûriye dagîr nekirine. Li herêmên ji DAIŞ`ê rizgar kirin xwe bi rêxistin kirine û ewlekariya xwe diparêzin. Modela rêveberiyeke demokratik ava kirine. Bernameyeke wan ya avakirina dewleteke cüda û cudabûna ji Sûriyê nîne. Tersê wê dibêjin bi navcîtiya Rûsya em amade ne bi Sûriyê re hevdîtinê bikin û di çarçoveyeke demokratik de em ji lihevhatinê re amade ne. Herwiha dibêjin me yekbûna erdê Sûriyê parastiye û diparêzin. Herwiha dibêjin em di pîvanên demokrasiyê de li hev bikin û li hemberî çeteyan têkoşîneke hevbeş bidin. Digel wê em bibin yek dawiyê li dagîrkeriya dewleta tirkî jî bînin.

Faşîzma Erdogan çavkaniyên Tirkiyê yên aborî qedantin. Sîstema dadê roxand. Destkeftiyên demokrasiyê ji holê rakirin. Azadiya fikir û çapemeniyê tine kir. Dewlet bi rastî bû çete. Li sere çeteyan jî Erdogan û Bahçelî ne. Herwiha êrişî Iraq û Sûriyê dikin û xwezaya wê xirab dikin. Gel didin koçkirin û ji kedê qut dikin. Hebûna wan talan dikin. Bi êrişên dewamî gelan di binê gefê de digirin û bêaramiyê geş dikin. Bi kurtayî êrişên Tirkiyê yên ser cîranên wê û israra wê ya di şer de herêmê tevê dixe nava bêaramiyê û gelan dike mehkûmê birçîbûn û koçberiyê.

Piştî civîna Tehranê Erdogan êrişên ser Rojava pirtir kirin. Bi taybetî bi SÎHA derketin nêçîra mirovan. Êrişa ser Tir Temir, Eyn Îsa, Til Rifet û Şehba zêde bû. Bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Pêncê Tebaxê li Rûsya bi Pûtîn re rûnişt. Dixwazin ji bo êrişeke mezin destûrê bigirin. Ji bo Iraqû jixwe ji Amerîka û NATO destûr girtiye. Çawa bixwaze dikeve Iraqê. Qedexe ne qedexe sîha û balafirên xwe bi kar tîne. Li her dere baregehên leşkerî ava dike. Lê li Sûriyê bê destûra Amerîka û Rûsya nikare dagîr bike.

Qada hewayî ya Sûriyê di destê Amerîka û Rûsya de ye. Digel wê dewleta tirkî bênavber bi sîha êriş dike û dikuje. Deng ne ji Amerîka ne ji Rûsya derdikeve. Wisa xuya dike ku destûra kuştinê dane.

Piştî vegera ji Rûsya Erdogan got, me û Rûsya li hev kir. Dibêje li hemberî keriyên kujeran emê têkoşînê bikin. Dema dibêje keriyên kujeran mebesta wî ne rêxistinên weke DAIş û El Nusra ne. Derdê wî YPG û QSD ye. Ango hêzên li hemberî DAIş`ê şer kirîn. QSD`ê li Sûriyê ne xwe û erdê xwe tenê parastin. Dinya tev parastin. DAIş şkand. Erdogan ev hezim nekir. Ji bo wê dixwaze herêmê bêistiqrar bike da zemîn ji DAIş`ê re vebe. Weke din herêmên dagîrkirî ji wan re kirine herêmên ewle.

Ew kesên ku Erdogan ji wan re dibêje keriyên kujer, bi Amerîka û Koalisyona Navneteweyî re li hemberî DAIş`ê şer kirin. Wê deme Amerîka û Koalisyon jî dibin kujer. Rûsya jî bi lihevkirina van hêzan hat bakur û rojhilatê Sûriyê. Leşkerên Sûriyê li ser sînor hatin bicîkirin. Ev jî dibin şirîkên `keriyên kujer`. Erdogan dinyayê ehmeq xwe jî biaqil dibine. Berjewendiyên dewletên mezin wî wisa didin axaftin. Her kes dizane ku destê Erdogan bixwîn e û bi rêxistinên weke DAIş û El Nusra re itîfaq kiriye. Ji her kesî pirtir Amerîka û Rûsya dizanin ka Erdogan ji teba ye. Sûcên kirîn dosyayên wan tev di deste wan de ne. Eger Erdogan evqasî xwînê dirijîne, bi saya berjewendî û politikaya van dewletan e.