Tevgera Hîlala Zêrîn ya Çanda Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi tundî êrişên dewleta tirkî ya dagirker şermezar kirin û diyar kir ku ew ê tevî şêniyan li hember hewlên dewleta tirkî ya dagîrker yên têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmê bisekinin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Tevgera Hîlala Zêrîn ya Çanda Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên bênavber ên dewleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî rexne kir.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin:
“Heta kengî wê civata navneteweyî di xewê de be û rêxistina mafên mirovan û NY’yê wê cîhana xwe ya texmînan de dûrî rewşa heyî û binpêkirinên li dijî mafên mirovan be?
Ew yek jî bi taybet piştî pêşdeçûna mezin a medyayên dîjîtal û bûyer bi pêşbîniyên aliyên diyar ve nehatin girêdan, mîna binpêkirinên dermirovî û destwerdana dewleta tirkî bi serkêşiya Erdogan û AKP’ê li xaka Sûriyê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Dewleta tirkî bi rêya balafirên bêmirov zarok, jin û temenmezinan dike armanc.
Armanca dewleta tirkî ya dagîrker îstîqrar pêk neyê, temenê rêxistinên terorîst mîna DAIŞ’ê û hevalbendiyên wê dirêj bibe, piştî ku YPJ, YPG û QSD’ê tevayî planên wan yên bêîstîqrariya li herêmên Rojhilata Navî, bakurê Sûriyê û rojhilatê wê bi taybet, têk birin.
Her kes têkiliya xurt ya di navbera rêxistinên terorîst û Erdogan de dizane. Ew bi hemû cureyan destekê dide ku xewna xwe ya desthilata Osmaniya Nû vegerîne. Bila Erdogan, hemû çete û alîgirên wî bizane ku em destekê didin gelê xwe û em ê li hember hewlên wan ên dagirkriina herêmên me ku demografiya herêmê biguherînin bisekin, mîna li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din dike.
Em bi tundî binpêkirin û sûcên ku hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan li dijî herêmên me yên ewle pêk tîne şermezar dikin, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember van kiryaran şermezar dikin.
Em bang li NY’yê, rêxistina mafên mirovan, hemû hêzên û rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û dîrokî rabin û destekê nedin desthilata tirkî û çeteyên wê, da ku karesat li dijî herêmên me pêk neyên. Ji ber wê bandoreke giştî li rewşa Sûriyê bike.
Em bang dikin ku qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên şer û yên bêmirov bigirin ku êrişên dewleta tirkî bi dawî bikin.”
ANHA






