Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan ya topbarana artêşa Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir. Meclisê teqez kir ku gundên bi welatiyan dagirtî hatin tobparankirin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da, tê de bîlançoya êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Mertala Firatê ji beriya 10 rojan ve binpêkirinên xwe didomînin. Dagirkeran gundên Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadet, Toxar, Hoşeriyê, Cat, Seyadê, Yalinlî, Kawiklî, Kor Hiyûk û Boxa topbaran kirin.
Di 10 rojên dawîn de ev gund bi 81 topên hawanê û bi çekên giran û navîn ji baregehên artêşa tirkî ya dagîrker yên li gundên Toxar Kebîr, Şêx Nasir, Yaşilî, bê ser û ber hatin topbarankirin. Top li kêleka malên sivîlan dikevin û topbaran rojane dewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî gundên bi welatiyan dagirtî didomîne, bi taybet gundên li hember eniya şer ku tires di nava xelkê de belav dike.”
ANHA






