Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

CDK-F û TJK-F: Divê gelê Kurd bi rihê 15’ê Tebaxê dakeve qadan

09/08/2022
in NÛÇE
A A
CDK-F û TJK-F: Divê gelê Kurd bi rihê 15’ê Tebaxê dakeve qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Bi pêmana salvegera 38’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê û di bin dirûşmeya ‘                    Bi Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk Kurdistanê biparêze’ CDK-F û TJK-F’ê ji bo çalakiyên li Fransa banga tevlîbûnê kirin. 

Konseya Kurdan ya Demokratîk ya li Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd ya li Fransa (TJK-F), bi pêmana salvegera 38’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bang li gelê Kurd yê li Fransa kirin ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibe.

‘15’ê Tebaxê tê wateya azweriya berxwedan û azadiyê ya li ser xeta Apoyî’.

CDK-F û TJK-F’ê di daxuyaniyê de diyar kirin ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya vejînê û wiha gotin: “Divê em li dora nirxên bi têkoşîna 38 salan hatine avakirin, kom bibin. Di şexsê fermandarê nemir Egîd de, hemû şehîdan bi bîr tînin û em salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî her cure tasfiyekariyê, tê wateya azweriya berxwedan û azadiyê ya li ser xeta Apoyî.”

’15’ê Tebaxê pêngava serfiraziyê ye’

CDK-F û TJK-F’ê balkişand ser girîngiya meha Tebaxê û wiha gotin: “Meha Tebaxê di dîroka gelê Kurd de meha pêngav û serfiraziyê ye. Ji ber ku li hemberî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê pêvajoya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate destpêkirin, tê wateya pêngava şoreşger ya gerîla û serfiraziya wê.”

CDK-F û TJK-F’ê  bang li gelê Kurd kir ku bi rihê 15’ê Tebaxê dakeve qadan û daxuyanî wiha qedandin: “Piştî 38 salan di salvegera pêngaveke wisa de, şertên tecrîdê yên li ser Rêber Apo giran dibe û li hemberî gelê Kurd jî şer zêdetir dibe. Dem hatiye ku em bi ruhê 15’ê Tebaxê dakevin qadan, Kurdistanê biparêzin, bi şîara Rêbertiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk xwedî li çalakiyan derkevin. Em bang li Kurdên li Fransayê dikin ku bi girsekî tevlî çalakiyan bibin.”

Çalakî di 13’ê Tebaxê de dest pê dike

Li Fransayê wê çalakî di 13’ê Tebaxê de dest pê bikin. Li Parîsê wê di 13’ê Tebaxê de saet di 17.00’an de li Gare Du Nordê çalakî werin destpêkirin û li qada Stalîngradê jî wekî mîtîngê bidome. Di heman demê de wê li Marsîlya, Rennes, Bordeaûx, Strasboûrgê jî çalakî werin kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.