Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûsya dewleta tirkî dikişîne nava têkoşîna hevpar ya li dijî Kurdan

09/08/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya dewleta tirkî dikişîne nava têkoşîna hevpar ya li dijî Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Şûkrû GEDÎK

Di civîna li Tehranê de ku trîoya Astanayê li hev civiya, lihevkirina dihat xwestin li ser operasyona leşkerî ya li dijî Rojava, pêk nehat. Îran û Rûsya li dijî destwerdaneke muhtemel derketin û diyar kir ku ev yek ji bo wan xeter e. Di encamnameya civîna Tehranê de lihevkirinên hevparî û hevkariyê yên Rûsya û Îranê derketin pêş û xwestin DYA ji Sûriyê derkeve. Wan Tirkiye jî kir hevparê daxwazên xwe. Di civîna li Tehranê de Îran û Rûsyayê pas dan hev û hewl da Tirkiye jî di nava lîstikê de bihêlin.

Di hevdîtina Pûtîn-Erdogan a 5’ê Tebaxê ya li Soçiyê de mijara Rojava dîsa kete rojevê, lê di mijara operasyona leşkerî de tu pêşketin çênebûn. Hevsengiyên siyasî yên navneteweyî ji bo ku dewleta Tirk operasyonên dagirkirinê pêk bîne, ne guncaw in. Qet nebe di vê qonaxê de dema mirov bala xwe dide daxuyaniyên Rûsya, Îran û DYA’yê, îhtîmala ku dewleta Tirk operasyonekê pêk bîne, lawaz dike. Lê bi temamî jî ji rojevê derneketiye.

Nexşerêya nû ya Rûsya û dewleta tirkî ya li Sûriyê

Di civîna Soçiyê de, êrişeke muhtemel a dagirkeriyê ya li ser Rojava ne diyar bû, lê nexşeya rê ya ku nû hatiye xêzkirin, xuya bû. Ew jî; dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re têkiliyan çêke û bikişîne nava têkoşîneke hevpar a li dijî Kurdan. Parvekirina îstîxbaratê û êrişên hewayî dê zêde bibin û dê komkujî jî pê re zêde bibin. Ji bo berdewamkirina bombebarana ji bejahiyê ve û valakirina jîngehan e da ku bi vî awayî ji xwe re cih veke. Di dawiyê de jî dixwaze bigihêje armancên xwe yên Mîsaqî Mîllî. Hewl dide bi serxistina êrişên dagirkeriyê yên ji bo tunekirina destkeftiyên şoreşa Rojava bigihêje armancên xwe yên sereke.

Dixwazin hikumeta Şamê ji nû ve serdest bikin

Êrişa nû ya dagirkeriyê ya li dijî Rojava ku li Soçiyê hate nîqaşkirin, ji bilî piştrastkirina peymana li Tehranê û beyana îradeyê ya ji bo domandina wê, tu encam neda.  Ya ku Îran û Rûsya dixwazin, ji nû ve serdestkirina desthilatdariya hikumeta Şamê ye. Rêveberiya Xweser a Rojava tevî bi israr hewl dide pirsgirêkên  heyî bi diyaloga li gel hikumeta Şamê çareser bike jî, hikumeta Şamê têra xwe bersiv nade û ev yek jî li gorî teza Îran û Rûsyayê ye. Yanî dixwazin hikumeta Şamê careke din bikin desthilatdar. Hewl didin Tirkiyê jî bikişînin ser vê xetê.  Heke di vê mijarê de lihevkirinek pêk were, serdema pêş dê bibe nexşerêya Rojava.

Tenê di çarçoveya Rojava de nirxandina civîna Soçiyê, têrê nake. Dewamkirina pêvajoya têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi vî rengî, helbet dê rê li ber nerazîbûna hêzên rojavayî veke. Almanya û Fransayê bertekên xwe anîn ser ziman. Têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ku ji ber şerê Ukraynayê li dijî YE û NATO’yê derketin, ji niha ve ji bo rojavayiyan bûne pirsgirêk. Polîtîkayên ku bi dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan dimeşîne û têkiliyên wê, Tirkiye veguherandiye welatekî bipirsgirêk û hevalbendê nepêbawer.

Krîza Tirkiyê ya nasnameyê 

Têkiliyên Tirk û Rûsan di rolantiyê de ne. Her ku Rûsya Tirkiyê bikişîne nava qada xwe, dê teqez Rûsya jê sûdê wergire. Tirkiyê ji bilî ku here ser xeta Rûsyayê, şansekî din di siyaseta herêmî de nehiştiye. Tirkiye di vê mijarê de di nava krîza nasnameyê de ye. Dê neçar bimîne ku di navbera YE û Rûsyayê de tercîhê bike. Tirkiye di vê mijarê de ji mecbûrî polîtîkaya hevsengiyê dimeşîne û ev jî nîşaneya têkçûna wê ye. Sedema van tevan jî dijminatiya li hember Kurdan e. Heta ku ji vê rizgar nebe, nabe ku polîtîkayeke derve ya rast bimeşîne, aramiya siyasî peyda bike û bibe hevalbendeke pêbawer. Xuya ye hêzên rojavayî û DYA vê fêm dikin. Gerçî Rûsyayê jî hay ji vê heye lê ji ber şerê Ukraynayê dihêle Tirkiye xwe li dijî rojavayiyan nîşan bide û wê bi kar tîne. Kişandina Tirkiyê nav qada xwe ku welatekî NATO’yê ye û şandina peyaman ji bo YE û NATO’yê, ji bo Rûsyayê destkeftiyeke girîng e.

Li Soçî ji bilî xwenîşandanê pêşketineke girîng çênebû

Mijareke din a ku ji bo Rûsyayê qezencek e, siberoja Santrala Nukleer a Akkuyuyê ye. Nêrîna hevpar a pisporan a li ser enerjiyê; kontrolkirina enerjiyê dê bi giranî di destê Rûsan de be. Bendewarî û para Tirkiyê ne li gorî dile wê ne.  Ya rast, di têkiliyên dualî de li Soçiyê zêde tiştekî nû nîn e. Ji bilî xwenîşandana li wê derê, pêşketineke girîng bi dest neketiye. Dixwazin ji şerê Ukraynayê berjewendiyekê ji xwe re derxin. Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, ne mimkun e ku ji rola navbeynkariyê ya mecbûrî ku di veguhestina genim de cih girtiye, çîrokeke serkeftinê derxe holê.

Polîtîkaya Tirkiyê ya li Sûriyê êdî tê lêpirsînkirin

Rêjîm li Tirkiyê gihaştiye wê merheleyê ku êdî gendeliya wê aşkera bûye û îflasa siyasî û aborî pêk tê. Tevî ku cîhan bi hevsengiyên nû yên siyasî re mijûl e, Tirkiye di pozîsyoneke ne diyar de ye. Di demekê de ku pêkhateyên NATO’yê û DYA û YE di şerê Ukraynayê de li dijî Rûsyayê şer dikin, li Asyayê jî ji ber krîza Taywanê rîska rûbirûbûna bi Çînê re heye. Heman hêz careke din, bi taybetî jî ji ber pirsgirêka nukleerî, bi Îranê re ketine nava rikeberiyê. Bi awayekî xwezayî Rûsya, Çîn û Îran li ser heman xetê hatin cem hev, DYA, YE û NATO li aliyê dijber bi cih bûn.

Xuya ye Tirkiye bi polîtîkayên durû yên jê re dibêjin hevsengî, nikare bimeşe. Rewşa nediyariyê hem di polîtîkaya hundir, hem jî ya derve de êdî naxebite. Di êrişên dagirkirina Rojava de jî qonaxa ku hatinê, ev rewşa nediyariyê ye. Ji ber ku polîtîkayên Tirkiyê yên têkildarî Sûriyê ne diayr bûne û êdî têne lêpirsînkirin.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.