Rojnameya Ronahî

Ti kes nikare me bi hev bide kuştin

Tîr

Dijwar Ehmed Axa

Di dîroka me Kurdan de, çi ya kevin, çi ya nû, ji ber ku me pêşengiya berxwedana gelan li dijî zordaran kiriye, dijminên me pir bûne. Ji pêşengiya Medan (B.Z. 612) heta şoreşa 19 Tîrmehê ya rojavayê Kurdistanê, me li ber xwe daye, qehremanî û lehengî nîşanî alemê kiriye.

Ji ber wê dijminên me pir bûne û welatê me parçe perçe kirine. Di şerê Ebexê (Çaldiran) de Osmanî û Sefewiyan kirin du parçe. Pişt re Ingilîz û Fransiyan li Lozanê 1923`yan kirin çar parçe. Lê vê parçekirinê kela dilê dijminan honik nekir. Ji ber wê rêbazeke din bi karanîn. Em berdan hev, em kirin dijminên hev, şerê xwebixwe derxistin û Kurd bi destê Kurdan dan kuştin.

Dîsa kela dilê wan honik nebû. Vê carê rabûn Kurd kirin sed parçe, ji hev belawela kirin û li dijî hev bi kar anîn. Zaza, Kurmanc, Soran, Kelhor, Goran, her yek Zaraveyek û her Zarave çend beş in û hev qebûl nakin. Ev tenê ji mile Ziman ve. Ji mile Eşîran ve kirin hezar parçe û ji hev xistin. Bê hêz kirin. Mehmûdkî û Etmankî, tevî Axayên xwe gişt pismamên hev bûn, lê tev kirin dijminên hev. Hesenan û Heyderan berdan hev, her du Kurd bûn lê Hesenan Sinî bûn û Heyderan Elewî bûn. Êlên Kurdan yên mezin, piçûk kirin (Şikak, Caf, Lor, Bextyar, Omeryan, Baban, Milan…).

Lê niha rewş hatiye guhertin, Kurd êdî bûne yek, li hev xwedî derdikevin, bi kurdewarî kar dikin. Dema min li dîroka me Kurdan guhdar dikir meseleyek hat bîra min. Dixwazim bi we re parve bikim.

Dibêjin li welatekî mişk miselit bûbûn. Zad û zeviyên wan tev talan kirin, rezên wan hemû xwarin. Ne arvan û ne ard bi wan ve hiştin. Hakimê wî welatî pir aciz bû. Bang li şêwirmendên xwe kir û got delêliyan berdin nava bajêr; kesê van mişkan biqelîne, çi bixwaze ezê bidimê.

Welhasil wilo kirin; sofiyek tê cem hakim. Dibêje, hakimê min ez dikarim van mişkan biqelînim. Hakim dibêje tuyê çawa wan biqelînî? Sofî dibêje hakimê min, ez ti pereyan ji te naxwazim, tenê qefeseke hesin ya mezin ji min re çêke û bila gundi 1000 mişkî bi saxî bînin. Hakim wisa dike. Sofî hezar mişkên xwe bi saxî dixe qefesê û derî li wan digire.

Rojek, dido, sisê mişk birçî dibin, dest bi xwarina hev dikin. Pêşî yên piçûk, yên pîr û nexweş tên xwarin. Hin bi hin mişk kêm dibin.

Carna sofî hinek xwarinê diavêje ber wan. Mişk li hew hiltînin. Lê dema sofî mişkekî li derve dikuje, diavêje nava wan, bi carekê xwe diavêjinê û dixwin. Sofî dibîne ku mişk elimîne xwarina goştê hev. Devê qefesê vedike. Ji 1000 mişkî li derdora 50,60 mişkî mane. Lê bûne weke pisîkan. Bi carekê dikevin nava bajêr. Mişkên heyîn ji wan narevin, dibêjin ew jî mişk in, nizanin ku rengê wan tenê yê mişkane, lê di cewherê xwe de bûne pisîk. Bi wî awayî mişkan tevan dikujin û mişk diqelin.

Îcar dema em bên ser dîroka me Kurdan, emê bibînin ku di dema Emewî, Ebasî, Selçûqî û Osmanyan de, her tim ev dek û dolab li Kurdan kirine, em elimandine xwarina hev. Lê weke min di serî de gotî acizbûna Tirkan ew e ku nema karin me bi hev bidin kuştin, em nema goştê hev dixwin.