Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Serkêşê EL-Qaîde Eymen EL-zewahirî ji aliyê hêzên Amerîkî, ve li Kabla paytexta Efxanistanê hat kuştin.
Medyaya Amerîka Şeva 1`ê Tebaxê li ser zimanê serokê welat Joe Biden eşkere kir ku hefteya derbasbûyî hêzên Amerîkî li Efxanistanê di operasiyonekê de cîgirê berê yê Osame Bin Ladin û Serkêşê piştî wî yê El Qaîde Eymen Zewahêrî kuştine.
Medyaya Amerîkî herwisa ragihand ku Eymen El-Zawahirî, serkêşê El Qaîdê li Efxanistanê, di êrîşeke drona de ku ew dron di destê CIA tenê de heye, li taxa dîplomatîk ya navenda paytext Kabûlê hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku Zewahirî ji xelkê Misrê ye û sala 1951`ê ji dayîk bûye. Piştî kuştina Bin Ladin ya 2011`an, bûbû Serkêşî EL-Qaîde.






