Dayîk û bavên şehîdan li banga Rêveberiya Xweser û QSD’ê ya berxwedanê û tedbîrgirtina li dijî êrişên dagîrkeriya tirkî, xwedî derketin. Li Qamişlo malbatên şehîdan ji bo piştgiriya hêzên leşkerî û parastina destkeftiyan dest bi perwerdeya çekan kirin.
Welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê israra xwe ya ji bo berxwedana li hemberş êrişên dagîrkeriya Tirkan careke din nîşan dan. Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser 6’ê Tîrmehê ragihandiye, ji bo rûbirûbûna êrişên dagîrkeriya tirkî, tedbîran digirin.
Li Qamişlo dayîk û bavên şehîdan dest bi perwerdeya çekan kirin da ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li hemberî artêşa tirkan a dagîrker û çeteyên bisekinin.
Perwerdeyên bikaranîna çekan ji bo rûibrûbûna êrişan
Dayika şehîd Basil Silêman, Fadye Silêman anî ziman ku perwerdeya wan dê sê rojan dirêj bike, da ku fêr bibin çawa çekê bi kar bînin ji bo li hember êrişên dagirkeriya Tirk û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin.
Fadye Silêman wiha domand: “Niha em fêrî hilgirtina çekê û çawaniya bikaranîna wê, dibin. Her wiha em li ser destwerdanên lezgîn jî perwerde bûn, ev tişt di qonaxa bê de ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk pir girîng in.”
Fadye Silêman destnîşan kir ku piştgiriya wan bi hêzên leşkerî re berdewam e û bang li hemû dayikan kir ku li ser bikaranîna çekê xwe perwerde bikin ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk û got: “Ji destpêkê ve me soz da şehîdên xwe ku em xaka xwe bernadin, niha jî em soza xwe nû dikin ku ruxmî hemû rewşan jî dê îradeya me neşike.”
Her kes dibe şervan
Birayê şehîd Umer Îbrahîm û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ebdulqadir
Îbrahîm, wiha anî ziman: “Divê em xwe li ser bikaranîna çekan perwerde bikin, divê em hemû tev li şerê gel ê şoreşgerî bibin û her yek ji me bibe şervan li hember dijmin.”
Îbrahîm wiha domand: “Em ê di qonaxa bê de, sûdên mezin ji van amadekariyan bigirin, hem ji bo parastina şêniyan hem jî ji bo berxwedana li hember êrişan li kêleka hêzên me yên leşkerî bin. Ev şer dê ne wek ên berê be, em ê berxwedanê bi îradeya şehîdên xwe bidomînin û bi hemû hêza xwe şerê dijmin bikin.”
Amadekariya ji bo parastina xak û rûmetê
Têkildarî mijarê, xwişka şehîd Ebdulselam Mihemed Ehmed û endamê Komîteya
Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Şîrîn Mihemed, wiha axivî: “Di perwerdeya xwe de em fêr dibin çawa li hember êrişan bisekinin, xwe û xaka xwe biparêzin.”
Şîrîn Mihemed bang li ciwanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bi yekrêzî bisekinin.
Parastina xwe û zarokên xwe ji faşîzmê
Der barê girîngiya perwerdeya li ser çekê de di vê qonaxê de, hevjîna şehîd Daar El-Cerbûi, Fatme El-Casim diyar kir ku ew ji bo parastina xwe û zarokên xwe, tev li perwerdeya bikaranîna çekan dibe got: “Li dijî me êrişên hovane ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve pêk tên.”
Fatme El-Casim da zanîn ku divê di hemû aliyan de êrişên dagirkeriya Tirk werin
têkbirin û got: “Em ê amade bin destekê bidin keç û xortên xwe yên li eniyên şer û li kêleka wan çekê hilgirin û xaka xwe biparêzin.”
Di dawiya axaftina xwe de, Fatme El-Casim bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk, bigirin.
ANHA






