Navenda nûçeyan
Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya KJK’ê bi peyama salvegera 8. ya Qirkirina Êzîdiyan daxuyaniyek da û got, “Em bi hev re li Şingalê xwedî derkevin û ji sûcdaran hesab bixwazin.”
Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya KJK’ê bi peyama salvegera 8. ya êrîşên qirkirinê yên 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Em Salvegera fermana 73. ya ser Êzîdiyan ya 3`ê Tebaxê ya bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk hatî, bi gefên Fermana 74’an, vîn û hêviya Êzîdiyan ya berxwedanê pêşwazî dikin. Em meşa azadiyê ya bi pêşengiya jinên Êzîdî silav dikin û şehîdên xwe bîr tînin.
Kurdên Êzîdî civakek e ku di dîroka xwe de 73 caran fermanên qirkirinê li ser wan çêbûne, lê tevî wê jî bawerî û nasnameya xwe ya olî û çandî diparêze. Ji holêrakirina civakekê ku koka wê kûr e û xwedîçand, bawerî û nirx e ne hêsan e. Ti zalim, şah, sultan û dîktator nekarin rastiya civakeke wiha tine bikin. Modernîteya Kapîtalîst ya sedsala 21. jî wisa hizirî ku dikare bi destê komeke hov mîna DAIŞ’ê vê bike. Di serî de dewleta Tirkan ya dagîrker, desthilatiyên paşverû, PDK`ê bi awayekî rasterast û veşartî piştgirî dan vê koma qirker û hêza ku berpirsa ewlekariyê bû ya PDK`ê bê bersiv, Êzîdî di nava lepên DAIŞê de hiştin û reviyan.
Di encamê de jin, zarok, ciwan û pîr li Şingalê bi destê çeteyan hatin kuştin. Bi hezaran jin û zarok revandin, destdirêjî li wan hat kirin û wek kole hatin firotin. Bi sedhezaran mirov ji warê xwe bi dare zorê derketin. Lê bi destwerdana dîrokî ya komek gerîlayên HPG-YJA STAR û şervanên YPG-YPJ’ê, bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji komkujiyê rizgar bûn.
Êzîdiyan bi hêz û moralê ku ji gerîla girtin hêza xweparastina xwe YBŞ-YJŞ’ê ava kirin û bi avakirina meclisa xwe karîn xwe bi rê ve bibin. Em vê helwesta dîrokî ya têkoşînê ya civakê ya bi pêşengiya jinê silav dikin.
Tiştek wekî ku zalim difikirîn û plan dikirin pêş ve neçû. Ji ber wê DYE, Iraq, dewleta Tirkan û hevkara wan PDK’ê, 9’ê Cotmeha 2020’an bi Peymana Şingalê Fermaneke nû û ya 74’an ragihandin û ji her alî ve êrişî wan dikin. Dewleta Tirkan ya dagîrker aktora sereke ya fermana 74’an e. Her roj bi êrîşên balafirên bêmirov û gefên dagîrkeriyê bi hevkariya PDK`ê pêk tîne.
Piştî 9 salan jî hê nêzî 3000 jin û zarokên Êzîdî li benda rizgarkirinê ne. Hê hêzên ji qirkirinê berpirsyar û sûcdar nehatine darizandin. Ev ji bo mirovayiyê şermeke mezin e. Wek jin ji bo ku ev rastiya qirkirina di encama îdeolojiyên zayendperest, neteweperest, mezhebî û olî de dubare nebe, pêwîst e têkoşîna gerdûnî li her derê bilind bikin. Em vê êrîşa dijmirovayî ya li ser jinên Êzîdî wek êrîşa li dijî tevayiya jinan dinirxînin. Divê em avakirina hevgirtina jinên gerdûnî ji xwe re erk bibînin. Em bang li jinan dikin ku li dijî pergala zilamsalar ku qirkirinên ser jinan ferz dike û jinan bi qanûnên paşverû ceza dike, têkoşîna hevpar bilind bikin.
Çavkanî: ANF






