Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ha li Iraqê daye, ha li Sûriyê ferq nake!

31/07/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Li gorî ajansa istixbarata Rûsî, Erdogan, Barzanî şandiye Bexdayê ku hinek helwestan nerm bike û amade ye ku tawîzan bide. Lê tenê bila Iraq meselê mezin neke.

Çaxa Barzanî li Bexdayê ketibû bextê El-Kazimî û hinek rayedarên din yên Îraqê ku “zimanê dîplomasiyê hilbijêrin” û li dijî kiryarên Tirkiyê “bêhelwest bin” li NewYorkê, Kosneya Ewlekariyê ew sûcê Tirkiyê li Zaxo kirî, şermezar dikir û dawa rêzgirtina ji serxwebûna axa Iraqê re dikir. Di heman demê de piştgiriya lêpirsîna derheqê êrişa Tirko de dikir û bang li welatên endam kir ku desteka pêwîst bidin lêpirsînê.

Di aliyê fermî de, piştî ku Barzanî dibe Serokê Hikûmeta Herêma başurê Kurdistanê, ji sê salan vir ve, cara duduyan e ku serdana Bexdayê dike. Çavkaniyên siyasî diyar kirin ku armanca serdana “jinişkave” ya Mesrûrê Barzanî, nîqaşkirina komkujiya dewleta faşîst ya tirkî li Zaxo kirî û nermkirina helwestên tund yên li dijî Tirkiyê ye. Li gorî heman çavkaniyên siyasî, çavdêr û şopînerên rewşê; Barzanî li gorî fermana Tirkiyê tevgeriyaye û li ser daxwaziya wê çûye Bexdayê da rola navcîtiyê bike.

Jêderên din yên nêzî navendên biryarê dan zanîn ku; Tirkiyê nameyek bi rêya Barzanî rêkirye Bexdayê û tê de xwestiye Iraq biryarên giran derheqê Tirkiyê de nede û li dijî wê ti bertekên skendal nîşan nede. Ew jî amede ye tawîzan bide malbatên qurbanên komkujiya Zaxo!

Di nav bertekên li Iraqê derketîn de, girtina dergehê “diziyê” yê Îbrahîm Xelîl dihat nîqaşkirin. Ji ber wê yek ji erkên Barzanî ew bû ku; Bexdayê bide iqnakirin ku wê biryarê negire û dergeh vekirî bihêle.

Tevî ku helwesta Iraqê ya fermî şîlo û ne li gorî kapasîteya bûyerê bû, lê di çarçoveya destdirêjî û destwerdanên dagîrkeriya Tirkiyê ser axa Iraqê cara yekê ye biryareke wisa li NY tê girtin. Hêrsa gelên Iraqê jî lê zêde bike, diyar e wê rewşa dagîrkeriya tirkî li herêmê bi vî rengî bê hesab û kitab nemîne.

Wextekê de rayedarên Iraqî Tirkiye sûcdar dikirin ku komkujî kiriye, Tirkiyê red dikir û serokê wê Erdogan derew dikirin û digot; armanca êrişa ku “terorîstan” kiriye, xirakirina têkîliyên her du welatan e. Erdogan li ser ekranan dereweke mezin kir û şîret li Iraqê kir ku nekeve qaşo, xefka propagandaya “çekdarên Kurd”. Bawer nakim rezaleteke ji vê mezintir hebe. Sîstema dewlet-neteweyê, bêrêzî û bêexlaqiyeke herî mezin e.

Aliyekî Qibrisa Yûnanê nîvsedsalek e dagîr kiriye û gefan li Yûnanê dixwe ku wê giravên li deryaya Îce yên di binê serweriya wê de dagîr bike. Piştî ku derveyî parvekirina tora gaza Deryaya Spî ma, berê xwe da tawîzan û li mutefiqên xwe vegeriya. Ji ber deriyê Mîrnişînên Erebî, Îsraîl, Erebiya Siûdî, Misir û Îranê, ji ser çongan ranebûye. Ji ber wê li Misirê dike ku “çima xwe giran dike” Vê dawiyê jî li deriyê rejima Sûriyê da ku amade ye her tiştî deyne aliyekî û piştgiriya wê ya siyasî bike û alîkariyê bide ku sîstema Rêveberiya Xweser tine bikin û li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk şer bikin. Ango, amede ye, ew û çeteyên xwe, bibin leşkerên rejima Şamê û çendî xwîna vî gelî rijandine û derbider kirine, ne xema wan e, tenê tişta serê wan diêşîne, pirsgirêka Kurdan e.

Ji ber vê jî ha li Iraqê daye, ha li Sûriyê, bi xoşxoşkan yan li ser çongan be, ferq nake, ya girîng têkbirina Kurdan û jidestbirina isiyatîfa gelan ya bi pêşengiya teoriya Neteweya Demokratîk ya hevjiyana azad û konfederalîzma demokratîk e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.