Faruk Sakik
Di 24’ê Tîrmehê de Kurdan li Lozanê konferansek li dar xist. Nêzikî 57 sazî û rêxistinên Kurdistanî û kesayetên navdar tevlî vê konferansê bûn. Gelek nîqaş, axaftin û nîrxandinên girîng hatin kirin. Her weke provaya salvegera 100’an ya peymana Lozanê bû. Di encamnameyê de plansaziya sala pêş jî hat destnîşankirin.
Emê van daynin aliyekî û behsa mijareke ku bi salan e tê nîqaşkirin bikin. “Li Lozanê Kurdistan hat çar parçekirin”. Na… bi Peymana Lozanê Kurdistan nebû 4 parçe. Jixwe li ser Kurdistanê 2 dewletên dagîrker hebûn. Bi peymana Lozanê jimara dewletên li ser xaka Kurdistanê dagîrker bûn bû çar. Kurdistan ne 4 parçe ye. Dewletên li ser axa Kurdistanê bi cih bûyîn, çar in.
Piştî şaristaniya Medan li ser xaka Kurdan hêz û dewletan dest diguhertin. Yek dihat li ser xaka Kurdan bi navekî cuda împaratoriyek yan jî dewleteke nû ava dikir û roj dihat radestî desthilatdariyeke din dikir. Lê di wan deman de ti carî navê Kurdan û Kurdistan winda nedibûn. Kurdan di her serdemê de nasnameya xwe diparast.
Vê rewşê heta 17’ê Gulana 1639’an dewam kir. Bi peymana Qesra-Şîrîn, ya di navbeyna Osmanî û Safewiyan de hatî imzekirin, Kurdistan bû du parçe. Parçeyê mezin di binê dagîrkeriya Osmaniyan de bû. Vê rewşê heta şerê cîhanê yê yekê dewam kir. Împaratoriya Osmanî di vî şerî de têk çû û statûya gelên di binê dagirkeriya wan de dihat guhertin. Hin gel jî dihatin qirkirin.
Di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de, bi Peymana Lozanê, xaka Osmaniyan ku di şerê cîhanê de têk çûbû dihat dabeşkirin. Kemalîstan, Mûsil û Kerkûk firotin Îngilizan da Kurd nebin xwedî statû. Bi vî awayî sînorê xwe yê îro bi dest xistin û Kurdistan jî bû welatekî kolonî ya navdewletî.
Du dewletên nû hatibûn herêmê; Fransa û Ingilistan. Derveyî îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê jinûve dihate xêzkirin. Başûrê Kurdistanê di binê manda Ingilîzan de radestî rêveberiya Iraqê; rojavayê Kurdistanê di binê manda Fransa de radestî rêvebiriya Sûriyê kirin ku ev xaka Kurdistanê di binê serweriya kolonyalîst ya Osmaniyan de bû.
Dixwazim behsa bûyereke bûyîm şahid bi we re parve bikim. Ji bo girtina vîzeyê min serî li konsolosxaneya Qibrisê da. Şertên ji min hatîn xwestin rêz kiribûn û agahiyeke din jî parve kiribûn û gotibûn; “Em vîzeyê nadin ji bo herêmên me yên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de.”
Bala min kişandibû, çima nedigotin ‘Bakûrê Qibris’. Lewra dijminên wan ew nav lê kiribûn. Bi israr nedixwestin vê têgehê bi kar bînin. Ji bo wan Qibris yek parçe bû. Ti carî negotin welatê me bûye 2 parçe.
Em vegerin Kurdistanê. Herêma di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de wiha tê binavkirin; ‘Dogu Anadolu’, vê jî têrê nekir herêmek din jî lê zêde kirin û gotin, ‘Guneydogu Anadolu’. Dijminê gelê Kurd bi zanebûn ev têgeh xistin nava jiyana me ya rojane. Ji bo ku herêm bi Kurdistanê neyê binavkirin. Em jî li gorî wê tev digerin. Ji bo herêma di binê dagîrkeriya Iraqê de jî dibêjin ‘Kuzey Iraq’. Ev têgeh wisa belav bûye û cih girtiye li herêma di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de hin Kurdên dijîn, dibêjin “ez çûm, Kuzey Iraqê”. Şerm e.
Divê welatê Kurdan bi Kurdistanê were binavkirin. Mînak; li şûna rojhilatê Kurdistanê, navê herêma di binê dagîrkeriya dewleta Îranê de.
Yan jî navên herêm, bajêr, navçe, gundan were bikaranîn. Li şûna, ez ji bakur im, “ez ji Mûşê me” were bikaranîn.
Dawî: Kurdistan ne çar parçe ye. Çar dewletên dagîrker li ser axa Kurdistanê hene.






