Navenda Nûçeyan/Qamişlo
YPS’ê diyar kir ku êrişên nijadperest yên dewleta tirkî ne li hemberî gelê Kurd tenê, li hemberî tevayiya gelên derveyî Tirkan tên kirin û got, em bang dikin ku li ser esasê xweparastinê her kes li dijî êrişên nijadperest tê bikoşe.
Koordînasyona YPS’ê derbarê êrîşên nijadperest yên li ser gelê Kurd û gelên din yên li Tirkiyê dijîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Ev êrîş ne li dijî Kurdan tenê, di heman demê de li dijî Ermen, Suryan, Asûr, Kildan, Rûm û gelên cuda, Elewî û Êzîdiyan tê kirin û ev polîtîkaya dewleta tirkî ye. Wê ev êriş zêdetir bibin. Dewleta Tirkan di tevayiya sazî û dezgehên xwe li dibistan û medya, siyaset û hunera xwe de bi polîtîkaya yek dewlet, yek dîn û yek ziman ‘kesên din’ ji xwe re dike hedef. Jixwe bi gotina ‘Xwezî bi wî ku dibêje ez Tirk im’ di dîroka xwe de diyar kiriye ku wê mafê jiyana azad nede kesên ne Tirk. Kesên ne Tirk dema ku ji ber zextan dibêjin em Tirk in jî wê ev tişt bi kêr neyê. Ji ber ku faşîzma TC’yê di feraseta xwîna saf de ye.
Herî dawî li Sakarya karkerê demsalî yê Kurd Esat Atabay dema heqê keda xwe dixwaze, faşîstê bi anvê Selîm Çabûk êrîşî wî dike. Esat Atabay ji bo gilîkirinê jî dema diçe qereqolê ji bo ku ew û Selîm Çabûk li hev werin jî zext lê tê kirin. Muxtar jê re dibêje ‘Vê bûyerê nede çapemeniyê, yan na wê ti kes nehêle li vir bixebitî’ û pê re jî êrîşkar berdide. Mirov ji ber vê rewşê ne mumkin e şaş nebe. Selîm Çabûk bi xelata ku stendiye sibê ji bo ku êrîşî Kurdekî din bike, hatiye amadekirin. Di du salên dawî de me gelek mînakên vî tiştî dîtine. Li Merama Konyayê jî di 22’ê Tîrmeha 2021’ê de Hakim Dal ji ber ku Kurd bû hat kuştin. Faşîstekî din jî heft kesên Kurd kuştin. Li Sûltandagiya Afyonê 7 Kurd birîndar bûn. Li Elmadagiya Enqereyê êrîşî malbateke Kurd hat kirin. Li Çorûm, Elmaliya Enqereyê, Akçakocaya Duzceyê, li Bûrsa û Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê êrîşî malbat û ciwanên Kurd hat kirin. Gelê me ji ber ku bi Kurdî diaxivî, li mûzîka Kurdî guhdarî dikir û ji ber ku dibêje ez Kurd im, êrîşî gelê me tê kirin. Dewleta Tirkan çawa ku li Sêwas, Mereş û Çorûmê rê li ber êrişkaran xist îro jî bi destê karakterên faşîst Kurdistanê feqîr dikin û li bajarên Tirk sond xwarine ku Kurdan qir bikin.
Stûxwariya li ber faşîzmê wê bibe sedem ku êrîş zêdetir bibin. Divê gelê me li hemberî vê faşîzmê bêdeng nemîne û xwe biparêze. Dema ku mirov ji dewletê hêviya heq, hiqûq û edaletê bike, ev tê wateya xwexapandinê. Em bang li ciwanên Kurd û gelê Kurd dikin ku ji bo ku ev mêtingerî ji holê were rakirin û faşîzm were şikandin, li ser esasê xweparastinê bila li ber xwe bidin.”






