Navenda Nûçeyan/Qamişlo
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî herêma Şehba û navçeya Şera û Şêrawa kirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêma Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê zêde kirine.
Doh ji seatên destpêka êvarê ve, dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êrişî herêma Şehba û gondwearên kantona Efrîn kirin. Di dema êrişan de livûtevgera
balafirên şer yên dagîrkeriya tirkî zêde bûn. Herwiha li ser herêma cizîr û firatê bê navber belefira keşfê ya bê mirov ya dewleta tirkî ya dagirker digere.
Zaniyariyên ku derbarê bêlançoya êrişên dagîrkeriyê yên duh de hatin bidestxistin wiha ne:
Li navçeya Şêrawa herî kêm 50 guleyên obîsê li derdora gundê Bênê ketin.
Li navçeya Şera bi kêmanî 140 guleyên obisê li gundên Meranazê, Alqemiyê, Şiwarqa û Kela Şiwarqa ketin.
Herwiha li herêma Şehba herî kêm 750 guleyên obisê li gundên Minix, Ayndeqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hirbil, Semuqa, Tilmadîq, Ziwan, Til Anab û bajarê Til Rifetê ketin.
Di encamê topbaranê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûne û navê birîndaran wiha ne:
Fehîma Reşo 17’e salî, Kewser Mistefa 17’e salî , Lemya Hesen 41 salî, Rûxweş Reşo 15’e salî û Etriya Şûbek 20 salî.
Herwiha di encama van êrişên hovane de mal û milkên welatiyan gelek zerar dîtin.






