Sîpan Şînda
Di şerê cîhanê yê yekê de dewleta Osmanî ya 600 salan desthilatdarî kirî têk diçe. Bêguman ev desthilatdariya 600 salan dom kirî ne hema welê bi hêsanî xwe li ser piyan girtiye. Xwîna bi milyonan feqîr û jaran hatiye rijandin, mal hatine talankirin û wêrankirin, ocax hatine korkirin, dewlet hatine hilweşandin, zilm û zor li xelkê hatiye kirin û hwd. Lê di despêka sedsala 20’an de şerê cîhanê yê yekê dest pê dike û ev dewleta zordar û mêtînger di vî şerî de tê hilweşandin.
Piştî têkçûna dewleta Osmanî ya di şerê cîhanê de, ji neteweyên di binê mêtîngeriya wan de hema hema hemûyan mafê xwe yê serxwebûnê standine ji bilî Kurdan. Piştî şer dewletên dinyayê li hev rûdinin û konferanseke mezin li bajarê Swîsre Lozanê pêk tînin. 24’ê Tîrmeha 1923’yan ev peymana malkambax di navbera dewletên di şerê cîhanê de serketî (Brîtanya, Frense, Îtalya, Yewnan, Japonya) û nûnerên Tirkan de hatiye destnîşankirin. Ya rast van dewletên mêtînger jixwe Kurdistan di peymana Sykes-Pickotê de (1916) kiribûn çend qet û li xwe par ve kiribûn. Herwiha dîsa di peymana Sewrê de (10’ê Tebaxa 1920’an) Kurdistan kiribûn qet lêbelê dîsa ji li gorî vê peymanê Kurdistaneke kiçik ava kiribûn. Mixabin di peymana Lozanê de gelek lîstok tên lîstin û Kurd li wir ji nedîtî ve têne û ti mafê wan nayê naskirin. Ji maf naskirinê wêde, ew dewletên ku di wê konferansê de amade bûne û peyman destnîşankirine, di heman demê de fermana Kurdan destnîşan kirine. Destnîşankirina wan ya li binê wê peymanê, ji bo Kurdan êdî destpêkeke nû bû. Xiyaneteke mezin li wan hatibû kirin û welatê wan ji aliyê dinyayê ve di nava çar dewletan de hatibû parvekirin. Ev destnîşankirin di heman demê de destûrdayîna kuştina Kurdan bû. Wan dewletên ew peyman destnîşan kirîn di heman demê de soza xwe dabûn çar dewletan ku çi bînin serê Kurdan wê dengê xwe nekine û heta wê piştgiriya wan jî bikin. Nûnerên dewleta tirkî ya nû bi awayekî serketî vegeriyabûn û wan dizanî êdî dikarin her tiştî bînin serê Kurdan û wê ti kes jî dengê xwe neke. Ew bûbûn dewlet û xiyanet li Kurdan hatibû kirin. Ew biratiya ku di çeperen şerî de li ser devê wan bû tişteke din û êdî bira bûbûn neyar, xayîn, eşqiya û terorîst. Ew yan birayên ku tenê di “tengiyê” de dihat bîra wan li wir ji piştê ve dabûn ber xenceran û dil û hinavê wan peritandibûn û biratî li wir binax kiribûn. Mane ew gihabûn mexseda xwe û êdî çi bira jî ji wan re ne lazim bûn.
Belê piştî vê peymanê jiyana Kurdan jî têguhertin û dikevine qonaxeke nû. Kurd ji vê peymanê qet razî nebûne û êdî dest bi karûbarê şerê azadiyê dikine. Ji her alî ve dikevine nava tevvgerê û li her çar parçeyên Kurdistanê zana, alim, serokeşîr û rêberên Kurdan dikevin nava bizavê û li riyên yekîtiyê, rêxistinbûnê û azadiyê digerin. Serhildan dest pê dikin, lê mixabin dijminê ku di rojên tengiyê de digot “bira” xedar û bêinsaf e û ti rehm di dilê wî de nîne. Çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojhilat û çi li Rojava êdî qirkirina Kurdan bi awayekî dijwar dest pê dike û mixabin hê jî didome.






