Hafiz Ahmet Turhalli
Ez bi navê Xwedayê ku çavkaniya merhemet û heskirinê ye we tevayiya xwendevanên Rojnameya Ronahî silav dikim. Ez hêvîdarim ku em bikarin ji hev li ser zanebûna heqîqetê sûdê bigirin. Islam gotineke Erebî ye; lê mixabin wateya wê di nava civaka Misilman de, bi awayekî seresere tê nirxandin û şaş tê şîrovekirin. Jimara me Misilmanan li cîhanê di ser milyar û nîvê re ye. Pirs ev e: Gelo, ev mirov wateya peyva ‘ol’ê ku jê bawer dikin, dizanin yan na?
Misilmanên ne Ereb bi zimanê Erebî nizanin, lê kesên bi nijada xwe Ereb jî, wateya Ola Islamê weke ji deshilatên ku ser hezar salî re li ser wan deshilatdariyê dikin bîhîstine yan şîrove kirine, dizanin.
Islam: Ji koka gotina SILM e. Wateya wê di Qur’ana pîroz de, di Sûreyê Beqere ayeta 28’an de hatiye eşkerekirin. Di vê ayetê de zimanzanên Ereb tev bê nîqaş û gengeşeyan wek aştî ev têgîn şîrove kirine. ‘Gelî bawermendan hemû bi hev re bikevin nava aştiyê’.
(Beqere 208) Ji vê wateyê tê zanînê ku Islam bê Nîqaş wateya wê ya bingehî AŞTÎ ye.
Di Qur’ana pîroz de weke nav 28 caran hatiye dubarekirin, wek kiryar 112 caran bi tevayî 140 caran hatiye bikaranîn. ‘Min navê Ola we Islam lê kir’. (Maîde 3) Xwedê navê ‘Olê’ Islam lê kiriye .
Xwedê, Islam wek projeyeke aştiyê ji bo mirovayiyê şandiye. Aştî navbera Xweda û mirovî de, Aştî di navbera mirov û mirovî de, aştî di navbera xweza û mirovî de. Di wê serdemê de, Ereban hev dikuşt û ev kuştina mirovan wek pesindayîn pênase dikirin. Kesên kujer wek qehreman û egîdan dihatin dîtin. Li ser navê wan helbest dihatin çêkirin û bi dîwarê Ke’bê de dihatin daleqandin. Mêrkujî û şer wek çandeke bilind û heskirî di nava Erebên wê demê de dihatin dîtin. Ola Islamê bi rêveberiya Pêxember (silavên Xwedê li bin) dij vê çandê têkoşîn da û bi ser ket. Xwînrêjî wek gunehê herî mezin pênase kir. Li bajarê Medînê şerê sedsalan yê navxweyî qedand, yekitî û wekhevî ava kir. Di axeftinên xwe yên Hecca Xatirxwestinêde kuştin, destdirêjiya mal û neheqî heram kirin. Piştî wefata pêxember. Careke din Islam wek desthilat hat bikaranîn û projeya Xwedê yê Aştiyê hêdî hêdî vegeriya projeya dagîrkirin, şer û talanê. Malbata Ebû Sufyan desthelatî kir destê xwe û Islam ji çavkaniya wê ya bingehî hat durxistin.
Oleke din lê bi nav ISLAM hat avakirin û çanda berê ya kuştin û tinekirinê ya serdema cahiliyê, bi navê Ola Islamê hat pêşxistin. Malbata Pêxember bi navê Ola Islamê qir kirin û ew roj ev roj e bi navê ola ku wateya wê Aşitî ye, qirkirin û dagîrkirin tê pêşxistin. Ecêba giran ev e, nav ola AŞTÎ ye lê alîgirên vê olê sirf kuştinê dikin. Islam projeya Aştiyê ye, lê di ser hezar salî re ye Misilman hev û xelkê dikujin. Divê Misilmanên durist ji bo aştiya navxweyî û aşitiya giştî kar bikin. Misilman nakujere, aştîxwaz e û divê ji bo aştiyeke birûmet têbikaşe.
Dema me Misilmanan wateya Ola xwe fêm kir, wê aştî di nava me û cîhanê de jî pêş bikeve.






