Zekî Bedran
Xirabiya dewleta tirkî dewam dike. Dixebite ku her tişta bedew tine bike. Dema bibe mijara Kurdan zimanê wê tev li ser şidet, tinekirin û bêbandorkirinê ye. Dijminiyeke kûr û bîsînor dike.
Nava rojê li Zaxo bombeyan dişine nava koma çûyî seyranê. Piranî zarok, 9 kes hatin kuştin û 20 birîndar bûn. Piştî ku nikarî komkujiyê veşêre serî li inkarê da. Qaşo dewleta tirkî li dijî lêxistina zarokan e. Ma ew bombe ji ezmanan hatin? Di deste gerîla de topên wisa nînin. Li wir şer jî nîne. Herwisa gerîla jî li wir nîne.
Dewleta tirkî ya faşîst sê jinên şoreşger yên rêbertî ji şerê li dijî DAIŞ`ê şer kirîn, 22’yê Tîrmehê de şehît xistin. Jiyan Tolhildan, Roj û Baharîn, vexwendiyên Foruma Jinan bûn. Ev jinên pêşeng piştî derketina ji civînê bi SÎHA hatin amanc kirin.
Navên van jinên şoreşger bixwe di mirovan de hestên bedew şiyar dikin. Lê ji ber ku ev faşist dijminê her tişte bedew in, li şûna jiyandinê dikuje. Ji ber ku kuştinê huner dizanin agahiya kuştinê bi iftixar didin. Faşîstê Erdogan ve Bahçeli `lehengiyeke` hêjayî ecdadên xwe dikin.
Di temenê piçûk de Jian li dû her tişta bedew ket. Xebitî her tişta insanî li cem xwe kom bike. Li hemberî her tişta neheq û qirêj rawestiya. Ji bo wê bû xwediya rûhekî bilind. Riya wê û ya Apoyiyên derketîn beza azadiyê rastî hev hat. Bêduludî tevlî wan bû û bû ya herî bedew. Li hemberî her zor û zehmetiyê şer kir. Fêm kir, zane bû. Her ku zane bû, bû îrade. Her ku bû îrade keseyateke ku bin nakeve bi dest xist.
Hêzên serdest dixwazin civakê bêrêxistin û belawela, bêçand bikin. Lê Jiyan bi rûhekî xurt û bi taybetiyên bilind yên insanî riya xwe domand. Neket davikên pergalê û qirêjiya wê. Bi awayekî ku layiqî şoreşgerekê be jiya û bi ser ket.
Li herêmeke weke Rojhilata Navî ku jinek di temenekî piçûk de bibe xwedîîrade ne hêsan e. Jiyan di her qonaxa şoreşa Rojava û şer de li pêşiyê bû. Hevaltî û paqijî bi rûhekî xurt layîqî xwe dît. Artêja Iraq û Sûriyê ji pêşiya çeteyên DAIş`ê direviyan. Lê jinek bi ser hêzên paşverû de çû. Di asta wêrekî û fedayîtiya herî bilind de bû xwediya tevlîbûnê. Bû rûyê bironahî yê Kurdistanê jinên şoreşger. Neket, newestiya, bêbawerî pê re çênebû. Tinebûn û zehmetî li pêşiya wê nebûn asteng. Lewra kesayeta xwe saxlem ava kiribû. Di avakirina YPJ`ê de û di rêxistinkirina jinan de bi pêşengî ciyê xwe girt.
Dildara azadiyê bû. Di cewher, gotin, pratîk û jiyana xwe de bênakokî bû. Bedewiya hundirê wê li rûyê wê jî dabû. Di nava civakîbûnê de heliyabû. Bi zanebûna ku ayidê gel û şoreşê ye dijiya. Ne Rojava tene milîtaneke pêşeng ya seranserê Kurdistanê û Rojhilata Navî bû. Ji bo ku YPJ bê birêxistinkirin, bibe xwedînasname û din ava jinên dinyayê de ciyê xwe bigire û bibe çavkaniya baweriyê ji ti xebat û fedakariyê xwe neda paş. Di nava şer û krîzê de ku bi şerê cîhanê yê sisiyan tê pênasekirin de, ji bo nîşanddana îradeya şerkirin û mayîna li ser piyan pêdivî bi kesayetên xurt heye. Li devereke weke Sûriyê ku hêzên weke Amerîk, koalisyon, Îran, Rûsya û Tirkiye lê bi cî bûne, şerkirin û mana li ser piyan çawa ku tê texmînkirin ne karekî hêsan e. Berî her tiştî pêdivî bi hizrekî xurt, bawerî û kesayetê heye. Di xwespartina hêza cewherî, birêxistinbûn û bûna hêzê de pêdivî bi serkeftinê heye. Jiyan div an astengî û zehmetiyan de derbas bû, pêşengî ji jinan û kesên diperçiqin re kir û kesayeteke şoreşger bi dest xist.
Çawa me gotî dewleta tirkî bûye navenda xirabiyê. Ji bo fetisandina Rojava bi hêzên weke DAI, El Nusra re itîfaq kir. Piştî ku bi wan û bi planên tarî û qirêj nikarî bigihe encamê, bi artêşa xwe ket Sûriyê. Li herêmên dagîr kirin li hemberî Kurdan dest bi qirkirina neteweyî kir. Bi destê çeteyên xwe destdirêjiya li jinan jî di navê de xirabiya nekirîn nema. Faşîstên Tirk çima Jiyan û hevalên wê dikujin? Jiyan bi nirxên mirovayiyê ve girêdayî bû. Li Sûriyê sirf li hemberî DAIş`ê şer kiribû û gelê xwe parastibû. Dewleta tirkî ketiye pey kesên li dijî DAIş`ê şer kirin û ji bo tinekirina wan serî li her rêbazê dide. Yên dibêjin em li dijî DAIş`ê şer dikin ew jî temaşe dikin.
Kesên bawer dikin ku wê başî li hemberî xirabiyê bi ser bikeve, em ji wan in. Jiyan û hevalên xwe li dû tiştên baş û bedew bûn. Eger hin bi kuştina zede bilind bibûna, wê niha Hîtler di mertebeya herî bilind de buya. Yên weke Erdogan ku di riya Hîtler de dimeşin, wê piçûk, rezil û riswa bibin. Wê Jiyan û yên weke wê her tim li bilindiyan û ciyên pîroz bin.






