Dilyar Cizîrî
Dewleta tirkî ya dagîrker ku ji 17’ê Nîsanê ve bi tevayiya hêza xwe êrişî herêmên gêrîla dike, rastî berxwedaneke mezin ya gêrîla tê. Ji ber wê ji bo reşkirina tevgera azadiyê û hêzên gêrîla serî li gelek rê û rêbazan dide.
Bûyera topbarana gundê Perxê yê Zaxo jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin. Armanca dewleta tirkî ji topbarana wê herêmê, di serî de ew bû ku herêmê ji sivîlan vala bike û çemberê li gêrîla teng bike. Ya din jî dixwaze kuştina sivîlan bixe stûyê gêrîla û ji raya giştî re bêje, binêrin “PKK sivîlan dikuje”.
Lê tişta hesabê wan serûbin kirî, ew bû ku kesên çûyîn wir geştê û bûyîn qurban ji başûrê Iraqê bûn. Wan texmîn dikir kesên li wir hemû Kurdên Başûr in. Jixwe rojane li Başûr, Rojava û Bakur Kurdan dikujin û ti kes dengê xwe nade. Li başûrê Kurdistanê tenê di çend salên dawî de nêzî 150 welatiyên sivîl di êrişên dewleta tirkî de şehîd bûne. Balkêş e dema di êrişên dewleta tirkî de tên kuştin ne hêzên navdewletî ne jî hikûmeta Iraqê û gelê Iraqê dengê xwe dike.
Lê ji ber ku yên di êrişa gundê Perxê de hatîn kuştin Erebên ji başûrê Iraqê bûn, em dinêrin di asta herî jor de li Iraqê nerazîbûn derketin. Di heman demê de civaka Iraqê li dijî dewleta tirkî rabû ser piyan. Ev helwesteke erênî ye. Heta niha dewleta tirkî gelek tengav kiriye. Divê civaka Iraqê vê helwesta xwe bidomîne û hê xurttir bi ser de biçe. Lê mixabin pirsa li vir xwe dide der, çima heta niha gelê başûrê Kurdistanê li dijî êriş û komkujiyê nikare bibe xwedîhelwest. Ji bo bersiva vê pirsê, di van çend rojên komkujiya gundê Perxê ya Zaxo em dinêrin çawa rayedarên PDK’ê û saziyên wê yên ragihandinê ji bo dewleta tirkî bêsûc nîşan bidin û komkujiyê bixin stûyê PKK’ê di nava tevgerê de ne.
Ev tevgera PDK’ê bi dewleta tirkî re pêk hat. Hema piştî komkujiyê ji bo pêkanîna plana xwe bi her awayî di nava hewldanan de ye komkujiyê bixe stûyê gêrîlayên azadiyê. Ji bo wê em dinêrin saziyên xwe yên ragihandinê û alavên xwe tev ji bo vê xistine dewrê. Heman tiştî PDK jî dike. Ji bo dewleta tirkî bêsûc nîşan bide û PKK’ê ji komkujiyê berpirsyar nîşan bide. Ragihandina PDK’ê bi her awayî dixwaze vê xizmetê ji dewleta tirkî re bike. Saziyên wan yên ragihandinê bi tevayiya hêza xwe dest bi propagandayê kirine. Di heman demê de rayedarên wan dibin mêvanên saziyên ragihandinê yên derve û wek alîgirên dewleta tirkî parastinê dikin. Lê tişta balkêş, her çendî dewleta tirkî bi riya alîgir û saziyên girêdayî xwe dixwaze komkujiyê bixe stûyê gêrîlayên HPG’ê, heta niha nikarîne rastiya ku komkujiya Perexê dewleta tirkî kiriye, li gel civak û hikûmeta Iraqê berûvajî bikin. Di vê derbarê de jî me dît PDK’aya ewqas parastina dewleta tirkî dike û dixwaze rastiyan berûvajî bike, di qada Iraqê de têkçûna xwe xurttir dike.






