Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Idlibê revandina jinan zêde bûye û sûcdar bê ceza dimînin

25/07/2022
in NÛÇE
A A
Li Idlibê revandina jinan zêde bûye û sûcdar bê ceza dimînin
Share on FacebookShare on Twitter

Zêdebûna bûyerên revandin û windakirina jinên di temenê cuda de li deverên curbecur ên Idlibê, bûye sedem ku jin her dem di nava tirs û bêewlehiyê de bijîn.

Idlib her roj dibe şahidê bûyerên revandin û windakirina jinan. Ji ber adet û kevneşopiyên civakî, windabûna jin û keçan kêm caran tê ragihandin. Zêdebûna bûyerên revandin û windakirina jinên di temenê cuda de li deverên curbecur ên Idlibê, bûye sedem ku jin di nava tirs û bêewlehiyê de bijîn.

Bê şûn winda dibin

Di 14’ê Tîrmehê de, Semer Mehmûd El-Xetîb a 16 salî ku li bajarê Dana dijî, dema li gel kurê xwe yê neh mehî diçû seyrangeha bajêr winda bû, heta niha agahî der barê wan de tune ye û kes nizane çi hatiye serê wan.

Di 25’ê Nîsana borî de, xwendekara zanîngehê Rena El-Birû ya 23 salî dema ku ji zanîngeha Idlibê vedigeriya winda bû, heya niha çarenûsa wê ne diyar e. Dayika wê, Lemîa El-Elî ya 40 salî got ku keça wê sala sêyemîn li zanîngeha Idlibê, beşa wêjeya Drebî, dixwîne û wiha pê de çû: “Dema ku keça min ji zanîngehê vedigeriya malê pêwendiya me pê re qut bû, hê tu agahî jê tune ye. Me windabûna keça xwe ji navenda ewlehiyê re ragihand lê heta îro encamên erênî derneketine.”

Ji bo fîdyeyê hatin revandin

Di 5’ê Adara 2022’an de, her du keçên temenê wan biçûk Rîma û Seba dema ku diçûn navenda kursên xwendinê li bajarê Dana, li bakurê Idlibê, winda bûn. Windabûna wan zêdetirî du mehan berdewam kir, heya ku polîsên leşkerî li bajarê Babê dikaribûn tawankaran bigrin. Hat eşkerekirin ku wan her du keç revandibûn da ku fîdye ji malbatên wan bixwazin. Dayika Seba, Merwa El-Hisên a 42 dibêje ku kesên tawanbar bi hevjînê wê re nakokiyek wan a şexsî hebûye û ji bo fîdyeyê her du keç revandine. Malbatê ji ber şermê nexwest windabûna her du keçan ragihîne.

Her diçe hejmara kesên winda dibin zêde dibe

Li gorî Ofîsa Karûbarên Birîndar û Windayan, bi derbasbûna demê re hejmara windayên ku hatine tomarkirin gelekî zêde dibe û yên herî zêde tên windakirin û revandin jî jin in.  JİNHA/Idlib

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.