Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: Ji bo tolhildana komkujiya Zaxoyê çalakî hatin lidarxistin

25/07/2022
in NÛÇE
A A
HPG: Ji bo tolhildana komkujiya Zaxoyê çalakî hatin lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo tolhildana komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk anîbû çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper, dronek û kamerayek mobesse hatin rûxandin, wesayîtek zirxî jî hate derbkirin.

Dewleta tirkî ya dagîrker di 20’ê Tîrmehê de li gundê Perex ya Zaxoyê geştiyarên Iraqî bombebaran kiribû. Di bombebaranê de tevlî pitikekî yek salî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûbûn.

Li bajarên Iraq, Kurdistan û Tirkiyeyê li hember komkujiya dewleta tirkî bertekên gel çêbûn û hat şemzarkirin, herwiha çalekiyên li dijî vê komkujiyê didomin. Lê PDK’ê bi tevahiya rêbazan hewl dide ku sûcên  komkujiya li Zaxo li ser Tirkiyê rake, ji bo wê Mesrûr Berzanî serdana Bexdad kir û bi rayedarên Iraqî hevdîtin pêk anîn. Lê belê li hember vê komkujiyê HPG’ê carekê din ispatkir ku ew hêza parastina gelan e û li dijî her cûre dagirkerî û qirkirinê xwedî helwest e.

Ji bo rakirina tola welatiyên ku di komkujiya Zaxo de canê xewe ji dest dan, Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê çalakiyek li dijî dagîrkeriya tirkî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çalakî wiha ragihand: “Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, têkoşîna xwe ya destanî ya ku bûye hêviya hemû gelên bindest didomîne. Hêzên me yên gerîla li ser navê biratiya gelan ji bo tolhildana 9 mirovên bêguneh ên li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin, rêze çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyên tîmên me yên bi tevger de; Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper, 1 dron û 1 pergalek a kameraya mobesse hatin rûxandin û wesayîtek zirxî hate derbkirin.

Tawanbarê şer artêşa Tirk ku nikare berxwedana hêzên me bişkîne, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balafirên şer, 33 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî çekên giran, obus û hawanan çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê, bombe kirin. Artêşa Tirk a ku bi her cure teknîka şer û çekên qedexekirî yên kîmyewî êrîşî hevalên me yên li çeper û tunelan kir, ti encam negirt û vê carê jî bi wesayîtên zirxî û kepçeyan êrîşî çeperên berxwedanê kir. Lê artêşa Tirk a dagirker çi teknîkê bikar bîne jî, wê ti carî nikaribe ruh û îradeya fedayî ya Apoyî bişkîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.