Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zirtên paçikî … Tavên biharê …

24/07/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo ez li cem kê bûm!?
Share on FacebookShare on Twitter

Tîr

 Dijwar Ehmed Axa

Di gelek çîrokên Kurdan de, her tim li kêleka şêr ango (qiral) rovî wek (şêwirmend) derbas dibe. Karê wî qeşmerî ye… Qaşo şêwirmendê qiral e. Di rastya jiyanê de jî wisa ye, li kêleka hêzên mezin mîna Amêrîka, Rûsya qeşmerên weke Erdoxan hene.

Piştî şerê serxwebûnê li Tirkiyê di navbera salên 1919 û 1923’yan de ku Mustafa Kemal bi alîkariya Kurdan (Kongreya Erizrom, Sêwas 1919) şerê Ermen, Yûnan, Ingilîz, Fransizan, kir û Komara Tirkiyê ava kir. Piştî ku herêmên dagîrkirî rizgar kirin (li rojhilat Serhed, Başûr “Adana, Ûrfa, Dîlok, Riha” li rojava jî Stenbol).

Demek derbas bû lê hê Îtalya digort “Anatolya” ya me ye. Li hemberî wê Tirkan digot, Kemal paşa gotiye, binêrin ezê dîsa cezmê bixim lingê xwe haa! Ango wê Kemal paşa careke din cilûbergên leşkerî li xwe bike û şer bike. Bi wê artêşa piçûk û bêçek. Ji aliyê din ve neqşeya Îtalya wek cezmê ye. Ango wê Atatûrk Îtalya biperçiqîne û pê lê bike. Ew bixwe Zirt bûn, zirtên pûç û vala. Lewra wê demê ne artêş bûbû artêş, ne çekên wan hebûn. Lê her zirtên xwe dikirin.

De ka em bên ser Erdogan û niha. Zirtên wî ne li ser Îtalya ne, li ser Kurdistanê ne. Kir, nekir nikarî vîna Rêber Apo û berxwedan wî li Îmralî bişkîne. Ji ber wê berê xwe da Qendîl û dest bi zirtên xwe kir. Ev nêzî 40 salî ye her car wê bêjin me Kurd qelandin, me armancên opersyona xwe bi cih anîn û me “terorîst” tine kirin. Lê careke din wê bên û êrîş bikin! De werin safî bikin. Dema we fîkandin Kurdan qedexe dikir û we digot nabe hûn bi Kurdî bifîkînin, we nikarîbû me tine bikin. Îcar niha piştî ku em bûne hêz û xwedîtecrûbe, xwedîîrade, xwedîbawerî, xwedserok û xwedîrêber hûnê çawa me tine bikin heyra?

Dev ji van zirtên xwe berdin. Eger ne ji Kurdan bûya nebûn. Ti nema xelkê bi serê we neanî. Hûn jî gurên me ne. Lê ne sûcê we ye, sûc û gunehê mezin yê me bixwe ye, me xwe kir kole ji we re û me xulamtiya we kir. Heyf û mixabin.

Li bajarê me dostekî me hebû. Birayê wî bijîşk bû. Dema di navbera wî û xelkê pevçûn çêdibû, xeber ji wan re didan. Lê birayê xwe bi diya wan re digot. Me jê re digot kuro tu çima tu behsa xwe nakî? Rastya rewşa me jî niha wilo ye. Ji aliyekî ve Erdogan zirtê xwe dide û weke taviyên biharê ewr giran dibe, tarî dibe, mirov dibêje wê şape rabe. Lê dawî dibîne ku tavî ferikî û berbû hetikîn. Ne berf, ne baran. Ji aliyê din ve dema lê teng bibe çi jê bê wê bike. Bi taybetî dema destvala ji hevdîtinên xwe vedigere. Ji ber wê me tev dîtin. Encama civîna Tehranê ya berî çend rojan di nevbera wî û serokê Rûsya Pûtîn û yê Îranê Reîsî de, çawa komkujya Zaxo çêbû.

Zêdeyî sê mehan e ku zirtên xwe dike û dibêje ezê Herêmên Parastinê yên Medya bixim destê xwe û çekên heyîn hemû bi kar anîn. Lê ti encam negirt. Ji ber wê şkestinê li Zaxo êrişî sivîlan kir. Pişt re dibêje ev karê terorê ye… de werin li vê ecêbê…Cihên HPG’ê bi dehên km dûrî Zaxo ne û kesên bûyîn qurban piranî zarok û jinên Ereb in. Eger piçek aqil di serê te de mabe Erdogan tuyê rast berê xwe bidî Îmralî, çareserî li wir e…

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.