Faruk Sakik
Di encama Şerê Cîhanê yê Yekê de ku çar salan ajot de, Brîtanî û hevalbendên wan bi ser ketin û împaratoriyên mezîn yên weke Osmanî, Alman-Awistirya û Rûsya têk çûn. Li ser xaka van imparatoriyên têkçûyî dewletên nû peyda bûn.
Xaka Osmanî jî ji hev belav bûbû û ji bilî Kurdan hemû neteweyên din ji împaratoriyê veqetiyabûn. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mustefa Kemal de komarek hatibû sazkirin.
Lê gelek pirs û pirsgirêk hîn jî didomiyan. Kurdistan di navbera Tirk, Brîtanî, Fransî û Farisan de mabû.
Mustefa Kemal li Erziromê 23’yê Tîrmeha 1919’an kongreyekê pêk tîne. Du armancên Mustefa Kemal hebûn: Hewl dida li derve piştgirîya Sovyetan û li hundir jî piştgiriya Kurdan bi dest bixe.
Berî ku herin Lozanê ji Kurdan piştgiriyeke mezin girtibûn. Peymana Lozanê dawî bû. Tirkiyê sînorên xwe yên îro bi dest xistibûn. Lê di siyaseta xwe de guhertinek çênekir. Sozên ku dabûn Kurdan di demeke kurt de ji bîr kirin.
Li Meclisê di navbera Kurdan û parlementerên din de nîqaşan dest pê kir. Ismet Înonu yê ku li Lozanê gotibû; ‘’Li Lozanê Kurdan serî li me neda. Heta me di axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya neteweyî wek ‘em Kurd û Tirk’ ango wek yek milet me parast û da qebûlkirin.’’
Di civîna girtî ya meclisê de gava Ismet paşa biryara Peymana Lozanê ya ku Mûsil ji Ingilîzan re dihişt xwend, mebûsên Kurd li dij biryarê derketin û gotin, divê Kurd ji îro pêve qedera xwe bi destê xwe diyar bikin.
Lozan ji bo Kurdan destpêka hewldana tinekirinê bû. Û di vê pêvajoyê de herî zêde bi emrê Stalîn bi her awayî şandeya Rûs bi awayekî vekirî piştgiriya Tirkan dikir. Mafên Kurdan û gelên din yên weke Ermen û Asurî-Suryanî-Keldanî bi awayekî eşkere dihatin binpêkirin. Erêkirina vê peymanê, di heman demê de erêkirina fermana qirkirinê ya gelên weke Ermen û Asurî-Suryanî-Keldaniyan bû.
Belê li Meclisa Tirkan di serî de Yusuf Beg û gelek mebûsên Kurd li dijî vê derketin û Şêx Mehmûd Berzencî jî li Silêmaniyê nerazibûn nîşan da.
Dema Peymana Lozanê dihat morkirin, li bakurê Kurdistanê jî serekên Kurdan li hev diçûn û dihatin. Di rojên Peymana bajarê Lozanê de, li bajarê Erziromê jî serek û rewşenbîrên Kurdan di nava xwe de peymanek çêkirin.
Bi wî awayî sala 1923’an Rexistina Azadî hatibû damezirandin û amadekariya serhildaneke mezin dihat kirin. Dîplomatên kubar yên bisimokîn li Lozanê bûbûn sedem ku li Kurdistanê pêvajoya serhildan û komkujiyan dest pê bike.
Piştî van serhildan û komkujiyan sala 1978’an bi navê Abdullah Ocalan rêberekî Kurdan derket qada dîrokê. Kurdan pê bawerî anî û bi rêbertî pejirandin. Kurdan bawer kir ku wê xeyalên rêxistina azadiyê, Yusuf Ziya û Xalid Beg ev kes pêk bîne.
Şerê çekdarî da destpêkirin û ew qedera Kurdan ya li Lozanê sala 1923’yan hatibû morkirin nepejirand. Ew peymana li ser xaka Kurdistanê 4 dewlet avakirî çirand.
Di pêvajoya têkoşînê de gelek destketiyên Kurdan çêbûn. Li herêma rojavayê Kurdistanê şoreş û Kurdistaneke azad çêbûn. Xweseriya demokratîk hat ragihandin.
99 sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin. Tirkiye ji îro ve behsa 100 saliyê û vegera sînorê xwe yê mîsakî mîllî dike. Ango Mûsil û Helebê dixwaze. Bila dewleta Tirkan ya dagîrker baş bizane ev pirsgirêka wê û dagîrkerin din e. Em Kurd jî di salvegera sedsaliya Lozanê de, Mûsil, Heleb û tevayiya herêmên Kurdan yên di binê dagîrkeriya 4 dewletan de dixwazin.






