Fener….
Idrîs Henan
Geşedanên vê dawiyê bi lez weke teneyên tizbiyek tayê wê qetiyabe herikîn û gelên herêm û cîhanê rûbirûyî dînekî hov ku êdî dest bi kiritîna bedena xwe kiriye, ma. Ne te dizanî pêşe de, ne jî te dizanî paş de ye! Rewş wisan di şer û bomberdomanê de maye ku her derê girtiye toz û doman.
Dewleta Tirkam ya dagîrker ji Nîsanê ve, bi piştgiriyeke xort a PDK`ê, êrişên dijwar bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve diajo. Di van êrişên nemerdane de, ti cureyên çekan neman ku nehatin bikaranîn. Ji bombeavêjan bigire û heya çekên nukleerî yên taktîk. Bi dehan cureyên çekên kîmyawî û teqemeniyê li enî û tunelên şer hatin ceribandin. Her derê vediguherînên qadeke bêjiyan. Ev şer û êrişa îro ne weke her carê ye. Jixwe Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê diyar kiribû ku, ne ji destek û alîkariya PDK`ê be, faşîzma Tirkî nikare ewqas dem li ber derbên Gerîlayên Azadiyê xwe ragire. Lê ji hovîtiya êrişan wêdetir, pêwîst e mirov qala berxwedana dîrokî ya bêhempa ya Gerîlayên Azadiyê bike. Berxwedana ku îro tê kirin, teqez wê li dîroka şoreşa bindestan zanisteke nûjen a berevaniyê zêde bike. Zanisteke têkneçûyî ku dikare di bin her şert û mercî de li ber xwe bide û jiyanê biafirîne.
Ji bo nixumandina van têkçûnên xwe, faşîzm demek e li pey hewldanên êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Dixwaze krîza sermayedariyê biçewisîne û dubendiya ku deh sal in zêdetir li ser benê wî dilîze, berdewam bike. Li Madrîdê bazarên Finlande û Swêdê kirin û hinek lihevkirin di çarçoveya berfirehkirina bloka NATO de, pêş xistin. Tevî ku itîfaqên li dijî têkoşîna gelan û girtina pencereya demokrasiyê bûn, lê dîsa jî li gorî dilê faşîzma Tirkî nebû. Hîcar berê xwe da koma Astana ku hevparên wî yên sûc û parçekerên axa Sûriyê ne. li Tehranê civiyan û li bendê bû lempeyek, çiqas şewq kêm be jî, jê re bê vêxistin. Ji bilî nameyên siyasî yên aliyên civînê ku ji hev re dişandin, diyar bû ku hêza ti kesî ji wan nîne biryara êrişên Tirkiyê erê bike. Ne DYE dikarîbû û ne jî Rûsya dikare bike. Hêza wan nîne. Trump, di zemanê xwe de karekî wisan kir û sala 2019’an rê ji Tirkiyê re vekir ku Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr bike. Lê di encamê de Trump ji dest da û ji desthilatdariya Amerîka ket. Yên îro jî nikarin wê berpirsiyariyê hilgirin ku têkoşîna gelan a bakur û rojhilatê Sûriyê veguheriye têkoşîneke hevpar a tevahî gelên cîhanê. Civaka navdewletî van sûcên faşîzma Tirkî qebûl nake û kesê ku destek bide jî, hezim nake. Wê nefret bikin.
Faşîzm di nava kirîzeke cidî ya hebûn û nebûnê de ye. Li hundir di nava têkçûna aborî, siyasî û exlaqî de ye. Li derve, ji projeyên herêmî û yên navdewletî, aliyê jeopolîtîk ji dest dide. Li çirava Zap, Metîna û Avaşînê vegeviziye û êdî nikare xwe ji têkçûnê biparêze. Ne wî û ne jî şirîkê wî PDK`ê karîbûn gelên başûrê Kurdistanê aliyê xwe ve bînin û piştgiriya wan a bi êrişê re qezenc bikin. Berovajî wê, berteka gelê Kurd li Başûr zêdetir û tundtir bû. Lewre bi aqilê PDK`ê kir û berê xwe da Zaxo û bi zanebûn welatiyên Ereb kuştin ku raya giştî ya Iraqê û civaka Ereb li dijî gerîlayan bixebitîne. Lê xuya ye, ne rondikên Barzanî û rayedarên PDK`ê û ne jî daxuyaniyên panîkwar ên Tirkiyê wê vê komkujiê efû bikin. Faşîzm di nava tayên mirinê de ye û rojên xwe yên dawî dijî.






