Ji fermandarên QSD’ê Zana Kobanê got: “Heger dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a dagirkirinê li ser herêmên din ên Sûriyê pêk bîne, em ê bersiveke xurt bidin. Yên ku êrişî me bikin wê berdêlên giran bidin.”
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Bi armanca ku şênî û saziyên herêmê li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker, di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de tedbîran bigirin û amadekariyan bikin, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.
‘Bi berxwedana gel emê bi ser kevin
Girêdayî wê mijarê, ji fermandarên QSD’ê Zana Kobanê anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide herêmê dagir bike û got: “Êdî divê dewleta Tirk a dagirker nas bike ku eger ew êrişî herêmê bike dê ne wek êrişên wê yên li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê be, ew ê bibe şerê hebûn û nebûnê û dê dawiya dagirkeriya Tirk bîne.”
Zana Kobanê wiha domand: “Em niha di qonaxeke hestyar û çarenûsî re derbas dibin. Ev 10 sal in kirîza Sûriyê didome, gelê me û hêzên me rastî hemû cureyên şer tên. Dewleta Tirk a dagirker me armanc digire ji ber ku em astengiya yekane li hember planên wê yên dagirkirina Rojhilata Navîn in.”
Zana Kobanê bang li gelê herêmê kir ku li derdora hêzên xwe yên parastinê kom bibin û got: “Dewleta Tirk a dagirker şerekî taybet li dijî me dimeşîne, divê gelê me vê yekê baş nas bike û li xendeqan destekê bide me.”
Kobanê her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heman demê li ser piraniya xaka Sûriyê xeteriyê çêdike û wiha domand: “Hêzên me yên leşkerî hêza xwe ji gel digirin. Tiştê ku em ji gelê dixwazin ew e ku eger şer çêbibe dev ji xaka xwe bernedin û di malên xwe de bimînin, ji ber ku bi mayîna wan bêguman em ê bi ser kevin.”
‘Em şer naxwazin’
Fermandarê QSD’ê Zana Kobanê peyamek ji civata navneteweyî re şand, tê de wiha anî ziman: “Divê cîhan tevde bizanibe ku ‘terorîstên’ ku dagirkeriya Tirk dibêje ku ew şerê wan dike, xwediyên vê xakê ne ji Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenan in. Tenê sûcê wan ew e ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin û naxwazin tiştê ku hatiye serê şêniyên deverên di din dagirkeriya Tirk de, ji kuştin, revandin, dizî û komkujiyan, were serê wan jî.”
Zana Kobanê wiha domand: “Em şer naxwazin lê gava gelê me û herêmên me dikevin metirsiyê wê demê em bêdeng namînin û em ê bertekên hişk bidin. Taktîkên hêzên me ji sala 2018’an cudatir e, me perwerdeyên nû yên bikaranêna çekên pêşketê girtin û moral û îradeya me bilind in, em amade ne têkevin şerê hebûn û nebûnê.”
Fermandarê QSD’ê Zana Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li hevkarên dagirkeriya Tirk kir ku xwe ji bo pereyan nefiroşin û destê xwe bi xwîna şêniyên herêmê nekin.
ANHA






